29 sal derbas bûn, bi mîlyonan mirov hînê karesata Çernobîlê dijîn

Di ser karesata nukleerî ya Çernobîlê re 29 sal derbas bûn. Hînê jî bi mîlyona mirov di bin bandora radyasyonê de ne.

Di ser karesata nukleerî ya Çernobîlê re 29 sal derbas bûn. Hînê jî bi mîlyona mirov di bin bandora radyasyonê de ne.

Di 26'e Nîsana 1987'an de li santrala nukleerî ya Ûkraynayê Çernobîlê teqînekê rû da. Ûkrayna di wê demê de di nava Yekîtiya Sowyetan de bû.

Ev bûyera nukleerî, di asta herî bilind de di pileya 7'an de hat destnîşankirin. Teqînê, ji ber zêdekirina hêza reaktora 4'an a bi awayekî bê kontrol, rû da.

Bi teqînê re madeyên radyoaktîf derket derve û bi hewayê re li derdorê belav bû. Van madeyên radyoaktîf gelek mirov di cih de kuştin, rê li ber nexweşiyan vekirin û şopên demdirêj li dû xwe hiştin.

Der heqê mirinên karesatê rê li ber vekir de, tevî ku bi dehan sal di ser re derbas bûne jî, nîqaş hînê dewam dikin. Bê guman bi mîlyonan mirov mexdûrên karesata nukleerî ya Çernobîlê ne.

Li gorî meqamên Ûkraynayî, bi giştî 5 mîlyon mirov bi vê karesatê re êşiyan. Ev mirov jî Ûkraynayî, Belarûsî û Rûsyayî ne.

Di bîlançoya ku Neteweyên Yekbûyî di sala 2005'an de pêşkêş kir de hat ragihandin, ku ji ber radyasyonê 4 hezar kes mirine. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî diyar kir ku zêdeyî 600 hezar kes li radyasyonê rast hatine.

Karesaeta Çernobîlê bi tenê li sê welatan neda. Li gorî Greenpeace, sezyûm-137 a ji ber teqînê derket holê, ji nîvî zêdetir derbasî Herêmên Marmara û Derya Reş ên Tirkiyeyê û welatên din ên Ewropayê bûn.

Li Ewropayê jî herî kêm 14 welat, ketin nava herêmên gemarî bûne. Ev welat jî Awûstûrya, Swêd, Fînlandiya, Norwêc, Slovenya, Polonya, Romanya, macarîstan, Swîsre, Komara Çek, Îtalya, Bûlgarîstan, Moldovya û Yewnanîstan in.

Ji ber qezaya Çernobîlê, li her devera parzemîna Ewropayê, ji Skandînavya heta Derya Spî û Asyayê, li erdnîgariyeke berfireh di asta kêm de jî rêjeyeke girîng a radyoaktîvê belav bû.

JÊ XERABTIR JÎ DIBE

Tevî ku 29 sal di ser re derbas bûn jî navê Çernobîlê hînê di hiş û mejiyê mirovan de zindî ye. Ev bûyer bû mezintirîn karesata serdemê ya nukleerî. Lê belê ji wê demê û vir ve tê zanîn, ku ya jê xerabtir jî pêkane.

Li gel vê yekê, qirêjiya nukleerî mîna bombeya eyarkirî gefê li tenduristiya mirovan dixwe û di serî de kansera tîroît rê li ber nexweşiyên kanserê vedikin.

Rêxistina hawirdorê Greenpeace da xuyakirin ku qirêjiya radyoaktîf ên rê li ber nexweşiya kanserê, zerardayîna li sîstema xwevegirtinê û nexweşiyên dil vedike, li sê welatên Sowyeta berê dikare bibe sedema mirina 100 hezar heta 400 hezar kesî.

Çernobîl di heman demê de weke îspata vekirî ya derewên desthilatdariyên kapîstalîst di cihê mirovan de cih girtiye.

Di destpêkê de Sowyetan derew kirin, dûre jî welatên cîhana rojava tevlî vê derewê bûn. Ev derew, bi destê desthilatdariyan di cîhana zanistiyê de jî xwe da der. Halbûkî karesata Çernobîlê, 100 qat zêdeyî du bombeyên atomê yên li hemberî Hîroşîma û Nagazakî hatin bikaranîn, radyasyon derxist holê.

DI SERÎ DE ZAROK HÎNÊ BI MÎLYONAN MIROV DI BIN BANDORA WÊ DE NE

Li gorî doktorê Belarûsî Yûrî Bandajevskî, ev qirêjî hînê bandorê li 6-7 mîlyon mirovên li herêmên hatine gemarîkirin, dike.

Bandajevskî ku lêkolînên wî yên li ser bandorên karesata Çernobîl a li tenduristiyê rê li ber nerazîbûnan vekir, di sala 2001'ê de bi hinceta têkoşîna li dijî terorîzmê, bi 8 salan cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin.

Bandajevskî, bi saya Rêxistina Efûyê ya Navnetewewî, Yekîtiya Ewropa û komîteyek li Fransayê, piştî ku şeş salan di girtîgehê de ma, serbest hat berdan.

Bandajevskî ku di sala 2014'an de bû welatiyê Fransayê dibêje, "Li cihên mexdûr lê dijîn, wê kesek nexweze lêkolînên min ên dawî bibihîze."

Bandorên Çernobîlê hînê neqediyane. Madeyên tevlî nava erdê bûne û nifşê duyemîn ê li xurekên li herêmên gemarî rast hatiye, bi gefê re rû bi rû ye.

Di analîzeke sala 2013'an de derket holê ku nirxê radyoaktîf ê kuvarkên çolî 4700 bakerel e. Rêjea destûr jê re tê dayîn jî 500 e.

Doktor Bandajevskî tevlî nêrîna 'radyoaktîva kêm bê zerar e' nabe.

Bandajevskî di wê baweriyê de ye ku ev yek bi taybetî bandoreke giran li zarokan dike û dibêje, "Divê haya me ji xeterî û girîngiya radyoaktîfê hebe. Ji bo vê yekê norma yekane ya pêkan jî, 0 pile ye."

Doktor Yûrî Bandajevskî bi lêkolîna xwe ya dawî ya navbera salên 2014-2015'an re hewl dide pêwendiya sezyûm 137 û stronsiyûm a bi pirsgirêkên kardiyovaskuler ên mirovên ji 3 heta 17 salî, nîşan bide.

Bandajevskî diyar kri ku wî li ser 3 hezar 88 zarokan lêkolîn kiriye û anî ziman ku di nava van de bi rêjeya ji sedî 81,9'an pirsgirêkên kardiyovaskulerê hatiye tespîtkirin. Doktor Bandajevskî destnîşan kir ku ji sedî 5,6 ê van zarokan, bi kansera tîroîtê ketine.