Li Nepalê bîlanço giran dibe
Li Nepalê, bîlançoya erdheja bi dijwariya 7.8 pileyî ya li bakurrojavayê paytext Katmandû rû da, giran dibe.
Li Nepalê, bîlançoya erdheja bi dijwariya 7.8 pileyî ya li bakurrojavayê paytext Katmandû rû da, giran dibe.
Li Nepalê, bîlançoya erdheja bi dijwariya 7.8 pileyî ya li bakurrojavayê paytext Katmandû rû da, giran dibe.
Di vê erdheja herî dijwar û hilweşîner a 80 salên dawî ya Nepalê de, tê gotin ku hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane zêdeyî 1.500 kesî ye. Li gorêı Wezîrê Enformasyonê yê ji BBC re axivî hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane gelekî zêde ye û ev yek wê di saetên pêş de di hejmarên fermî de jî xuya bike.
Xeabtên lêgerîn û rizgarkirinê yên piştî erdhejê hatin destpêkirin jî bi berfirehî dewam dikin. Ji gelek welatên cîhanê alîkarî ketin ser rê. Tevî welatên Ewropayê ji welatên weke DYA, Hîndîstan û Pakîstanê bi sedan wezîfedarên alîkariyê bi ekîbanên xwe re berê xwe dan Nepalê.
Hat ragihandin ku tevî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, ji bo pêşîgirtina li pirsgirêka xwarinê, wê alîkarî werin kirin.
Hat ragihandin ku erdhejê li Hîndîstan û Çînê jî rê li ber mirina bi dehan kesî vekir. Lê bandora wê ya herî hilweşîner li Nepalê hat dîtin. Di nava bi hezaran avahiyên zerar dîtine de, gelek peykerên dîrokî yên Nepalê jî hene ku di nava mîrateyên çandê yên cîhanê de cih digirin.
Li dû erdhejê bi dehan erdhejokan rû dan û bi mîlyonan mirovî şeva xwe li derve derbas kirin.
Li gorî Estîtuya Jeolojî ya Amerîkayê erdhej 80 kîlometre li bakurrojavayê paytext Katmandû, 70 kîlometre li rojhilatê bajarê tûrîstîk Pokhara, 15 kîlometre li binê erdê rû da. Dema erdhejên beriya niha li welêt rû da were nirxandin, tê gotin ku hejmara mirovahiyan wê zêde bibe.
Di sala 1934'an de li paytexta Nepalê erdhejeke bi dijwariya 8.3 pileyî rû da bû û 10 hezar heta 20 hezar mirovî jiyana xwe ji dest da bûn. Di sala 1998'an de bi dijwariya 6.9 pileyî erd hejiya bû û 1.500 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.