Bi pileya 7,9 li Nepalê erdhej pêk hat

Li Nepalê îro bi pileya 7,9 erdhejeyeke pir dijwar rû da.

Li Nepalê îro bi pileya 7,9 erdhejeyeke pir dijwar rû da.

Li gor enstîtuya Jeofîzîk a Amerîkan, erdhej 80 km li bakurê rojavayê paytext Katmandu, 70 km dûrî bajarê tûrîstîk Pokhara û 15 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Li gor medyaya herêmî, erdhej di navbera 30 saniye û du deqeyan de dewam kiriye. Erdhej li paytexta Hîndîstanê Yenî Delhî jî hat hîskirin.

Rayedarên Nepalî diyar kirin ku li geliyê Katmandu ku 2 mîlyon û nîv mirov lê dijîn zerareke mezin a madî rû daye.

Piranî ku avahiyên kevn hilweşiyane, gelek rê hatin girtin. Der barê windahiya can de hê ti daxuyanî nehatiye dayîn.