Li Afganîstanê hezaz: 22 jê zarok, 52 kes winda ne
Li gundekî Eyaleta Badakşan a li bakurê Afganîstanê hezaz pêk hat, herî kêm 52 kes winda bûn.
Li gundekî Eyaleta Badakşan a li bakurê Afganîstanê hezaz pêk hat, herî kêm 52 kes winda bûn.
Li gundekî Eyaleta Badakşan a li bakurê Afganîstanê hezaz pêk hat, herî kêm 52 kes winda bûn.
Li gundekî Eyaleta Badakşan a li bakurê Afganîstanê di encama hezaza ku rû da 25 jin, 22 zarok û 5 zilam bi giştî 52 kes winda bûn.
Alîkarê waliyê eyaletê Gul Muhammed Beidar, got ku hezaz li gundê Jaryo Bala pêk hatiye. Rayedaran diyar kirin ku îhtîmala kesên winda bi saxî bên dîtin zehmet e.
Berdevkê Polîs ê Herêmê Lal Muhamed Ahmazdî jî agahî piştrast kir. Di encama hezazê de 100 xanî jî hilweşiyane.
Li Eyaleta Badakşan di Gulana 2014’an de jî hezazê rû dabû û 300 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Di Hezîrana 2014’an de jî li Eyaleta Baghlan hezazê rû dabû 80 kesî jiyana xwe ji dest dabû.
Li herêmên çiyayî yên Afganîstanê di mehên biharê de bi helîna berfê û barana dijwar re karesatên xwezayî rû didin.