Di hilbijartinên Kazakîstanê de Nazarbayev bi ser ket
Di hilbijartinên li endamê berê yê Yekîtiya Soywetan Kazakîstanê de, ku mezintirîn welatê Asya Navîn e, careke din Nazarbayev bi ser ket.

Nûrsûltan Nazarbayev ku ji sala 1991'ê dema rizgarbûna Kazakîstanê û vir ve serokdewletiyê dike, li gorî encamên anketên ji sindoqan bi rêjeya ji sedî 97,5'an hilbijartin qezenç kir. Namzetên din Abelgazî Huseyînov ji sedî 1 û Tûrgûn Sîzdîkov jî ji sedî 2 deng wergirtin.
Tevîbûna li hilbijartinê bi rêjeya ji sedî 95,1 bû. Nazarbayev bi vê yekê re cara pêncemîn ji bo serokdewletiyê 'hat hilbijartin'. Encamên fermî yên destpêkê yên hilbijartinê wê îro werin weşandin.
Kazakîstan bi nifûsa xwe ya ji 15 mîlyonî û erdê xwe yê 2,7 mîlyon kîlomtre çarçikê re weke welatê herî mezin ê Asya Navîn tê dîtin. Piştî ku Yekîtiya Sowyetan belav bû, li vî welatê bi lîderiya Nazarbayev ê girîngiyê dide têkiliyên bi Rûsyyê re, di salên dawî de neteweperestî û tevgerên Îslamî zêde bûn.
Nazarbayev bi otokratîkbûnê tê rexnekirin.