YE daxwaza Ûkraynayê ya ji bo yekîneyên leşkerî red kir

Li Ûkraynayê ku piştîp eymana Mînsk a meha Sibatê ji nû ve rîska pevçûnan xwe da der, hikûmet ji Yekîtiya Ewropayê (YE) desteka leşkerî dixwaze.

Li Ûkraynayê ku piştîp eymana Mînsk a meha Sibatê ji nû ve rîska pevçûnan xwe da der, hikûmet ji Yekîtiya Ewropayê (YE) desteka leşkerî dixwaze.

Yekîtiya Ewropayê bersiveke neyînî da daxwaza hikûmeta Ûkraynayê ya daxwaza şandina yekîneyên leşkerî kiribû. Serokê Konseya YE Donald Tûsk anî ziman ku ew ê nikaribin bersiva erênî bidin daxwaza Ûkraynayê.

Tûsk ê bi Serokkomarê Ûkraynayê Petro Poroşenko re hevdîtin kir got, "Haya me ji bendewariyên Ûkraynayê heye, lê belê ne pêkane ku mîsyoneke leşkerî were şandin." Tûsk anî ziman ku ji ber krîza li Ûkraynayê ew ê alîkariya însanî bikin.

Donald Tûsk diyar kir ku di berdêla alîkariya ji bo Ûkraynayê de divê hin reform werin kirin.

Di navbera artêşa Ûkraynayê û komên Rûs ên ji bo serxwebûna herêma Donbass a li rojhilatê welêt de têdikoş in, pevçûnan dîsa destpê kirin. Pevçûnên li nêzî bajarokê Şîrokîn ê li nêzî bajarê Marîûpol ku xwedî girîngiyeke stratejîk e destpê kirin, dewam dikin.

Di pevçûnên li gelemperiya welêt ên nava salekê de heta niha 6 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo bidawîkirina pevçûnan, di encama hevdîtinan de li Mînskê di meha Sibatê de peymanek hatibû morkirin.