Bêkariya li Fransayê rekor şikand

Li Fransayê hejmara bêkaran rekoreke nû şikand. Hejmara bêkarên li gelemperiya welêt, yekemcar 3,5 mîlyon derbas kir.

Li Fransayê hejmara bêkaran rekoreke nû şikand. Hejmara bêkarên li gelemperiya welêt, yekemcar 3,5 mîlyon derbas kir.

Li gorî daneyên meha Adarê yên ji aliyê Wezareta Xebatê ve hatin aşkerakirin, 15 hear 400 kesên din li Fransayê bêkar mane. Bi vî rengî di dîroka Fransayê de yekemcar hejmara bêkaran sînorê 3,5 mîlyon derbas kir. Hejmara kesên ji Gulana 2012'an dema hatina ser desthilatdariyê ya François Hollande û Partiya Sosyalîst bêkar in, bi 615 hezarî zêde bû.

Hejmara bêkarên sala dawî jî zêde bû û gihîşt 163 hezar 400 kesî.

Dema hejmara mirovên bi tenê çend rojên mehê û nîvrojê dixebitin li vê hejmarê tê zêdekirin, hejmara bêkariyê bi 28 hezarî zêde bû. Hejmara giştî ya bêkarên di kategoriyên A, B û C de gihîşt 5,3 mîlyonî.

Nîşaneyên aborî destnîşan dikin ku mezinbûna Fransayê di nava vê salê de wê bi rêjeya ji sedî 1 be û ji bo bêkarî kêm bibe pêwîstî bi mezinbûneke ji sedî 1,5 heye.