Li Teotîhûacan a antîk cîwa şilavî hat dîtin

Arkeologan li sîteya Teotîhûacan a antîk a li nêzî paytexta Meksîka Meksîkoyê, di tunelekê de cîwa şilavî dîtin. Hêvî heye ku ev keşfa nû, der heqê bajarê girik de agahiyên nû derxîne holê.

Arkeologan li sîteya Teotîhûacan a antîk a li nêzî paytexta Meksîka Meksîkoyê, di tunelekê de cîwa şilavî dîtin. Hêvî heye ku ev keşfa nû, der heqê bajarê girik de agahiyên nû derxîne holê.

Arkeologê Meksîkayî Sergîo Gomez anî ziman ku dema li nava bermayînên Teotîhûacanê cîwa şilavî dîtine, ew matmayî mane.

Teotîhûacan ê ku weke "Pêncemîn Bajarê Rojê" tê pênasekirin, li bakurrojhilatê Meksîkoyê li bilindagiya 2 hezar 200 metreyî, li qadeke 20 kîlometre çarçik e. Dîroka wê digihêje heta sala 200 ya Beriya Zayînê.

Bermayiyên derketine holê nîşan didin ku xwedî şaristaniyeke pirşandî ya ji 200 hezar heta 300 hezar kesî ye.

Navê Teotîhûacan ji zimanê Nahûatl ê koma bingehîn a xwecihî ya Meksîkayê Nahûayiyan tê. Aztekî û Pîpiyî jî ji koma Nahûa ne.

Rojnameya Meksîkayê ya bi navê El Unîversal ragihand ku cîwa şilavî li tuneleke pîroz a di binê pîramîtê navê 'Marê bi pirtik' lê hatiye kirin û berî 1800 salî hatiye girtin, hatiye dîtin.

Ev tunel di sala 2003'an de hatibû keşifkirin.

Li gorî lêkolîneran, cîwa bi awayekî şilavî hat dîtin, li Meksîka antîk gelekî kêm dihat dîtin. Bi giranî li bajarên maya yên cîran hebû.

Dîtina cîwa, dikare aşkera bike ku di merasîmên olî de hatiye bikaranîn an jî gol an jî çemê "cîhana binê erdê" ya ji alilyê Xwedayan ve tê birêvebirin, temsîl dike.

Dibe ku şêniyên wê demê hêzeke awarte li vê elementê kiribin.

Mejiyê arkeolojîk diyar dike ku keşfa nû dikare rê sira dawî yanî gora qral nîşan bide.

Lê belê tê gotin ku hingî jî hemû sirên bajêr dernakevin holê.

Hînê nayê zanîn ku ev bajarê awarte çawa hatiye birêvebirin. Sîstema wê ya siyasî hînê tê nîqaşkirin.

Bajarê Teotîhûacan ê antîk, beriya dagirkeriya Spanya ya sedsala 15'an, nedihat zanîn ku çima hatiye terikandin.