Welatên Kendavê deriyên xwe li penaberên ji Sûriyeyê re digirin
Piştî şerê li Sûriyeyê hejmara kesên welatê xwe terikandin, gihişt mîlyonan. Piraniya penaberan, koçî Lubnan, Iraq, Misir û Tirkiyeyê kirin.
Piştî şerê li Sûriyeyê hejmara kesên welatê xwe terikandin, gihişt mîlyonan. Piraniya penaberan, koçî Lubnan, Iraq, Misir û Tirkiyeyê kirin.
Piştî şerê li Sûriyeyê hejmara kesên welatê xwe terikandin, gihişt mîlyonan. Piraniya penaberan, koçî Lubnan, Iraq, Misir û Tirkiyeyê kirin. Nuqteya bal kişand jî ev e ku welatên kendavê yên piştgirî didan hêzên dij rejîma Sûriyeyê ji penaberan re deriyên xwe digirin.
Şerê ku 2011’ê heta niha li Sûriyeyê berdewam dike, 4 mîlyon Sûriyeyî ji warên wan kirin. Welatên ku herî zêde penaberên Sûriyeyê çûnê, Tirkiye û Lubnan bû. Misir û Iraq jî vê dişopîne.
Welatên Kendavê, tevî polîtîkayên mudaxîl ên şerê navxweyî, ji penaberên Sûriyeyê re deriyên xwe girtin û tenê bi alîkariyên aborî sînor dimînin. Di konferansa ku li Kuweytê pêk hat, ji bo şert û mercên penaberên Sûriyeyê bê başkirin, soz hat dayîn ku wê 3,8 mîlyar dolar bê dayîn, balkêş bû ku ti welatekî Kendavê di aliyê qebûlkirina penaberan de gav neavêtiye.
Welatên Kuweyt, Siûdî Erebîstan, Bahreyn, Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereban, Katar û Umman heta niha penaber qebûl nekirine û ev rastî rexneyên cidî hatibû. Rojnamegerê Siûdî û analîst, Suleyman el Uqaylî, da zanîn ku welatên Korfezê heta niha pir kêm penaberên Sûriyeyê qebûl kiriye.
POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ ASTENGIYA HERÎ GIRÎNGE
Sedema nexwestina penaberên Sûriyeyê, ji ber polîtîkayên ewlehiyê yên welatên Kendavê ne. Li gor pisporan bi zêdebûna penaberan re, welatên Kendavê ji xebatên siyasî yên ku penaber pêk tînin, bi fikarin.
Di 2012’an de li Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereban, kesên dij Beşar Esad beşdarî çalakiyan bibûn û hatibûn dersînorkirin. Pisporê Misirê Mutaz Selamî, got ku piştî bûyerên 2012’an welatên Kendavê jî wisa li penaberan nihêrtiye.
JI DEWLEMENDAN RE DERÎ VEKIRIYE
Yek rexneyeke din a li dijî welatên Kendavê ev e ku, diyarkirina qebûlkirina penaber li gorî rewşa wan e. Li gorî vê ji bo penaberên rewşa wan a aborî baş e, mafê penaberiyê tê dayîn.