Li Fransayê, nexweşê duyemîn ê dilê protez lê hatibû bicihkirin, jiyana xwe ji dest da. Nexweşê 69 salî, li gorî nexweşê destpêkê yê hat emeliyatkirin zêdetir jiya. Ev yek jî di van emeliyatên ceribandinê de weke rewşeke 'erênî' tê dîtin.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya kargeha Carmat de hat ragihandin ku nexweşê beriya 9 mehan emeliyata dilê sûnî lê hat kirin, jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniyê, nexweşê 69 salî yê roja Înê rakirin nexweşxaneyê, tespîta 'ji rê derketina fonksiyonên dil' hatiye kirin.
Hat gotin ku li vî nexweşî dilekî nû yê protez hatiye bicihkirin, lê belê komplîkasyonên piştî vê derketin holê rê li ber mirinê vekirine.
Emeliyata dilê protez li Fransayê 3 caran hat kirin. Di emeliyata destpêkê ya par de nexweş piştî 74 rojan jiyaan xwe ji dest da. Nexweşê duyemîn jî piştî 9 mehan jiyana xwe ji dest da. Ji ber dirêjbûna vê dema jiyanê, ev yek weke 'serketineke girîng' tê dîtin.
Emeliyata dilê protez a sêyemîn jî di meha Nîsanê de li Parîsê hatibû kirin.
Ji bo emeliyata dilê protez ku ji aliyê kargeha bi navê Carmat dixwaze belav bike, wê bi giştî 4 ceribandin werin kirin. Nexweşên ji bo vê tên emeliyatkirin jî nexweşên di asta dawî de ne û derfeteke din a tedawiyê ji wan re nîne.
Piştî emeliyata çaremîn a di demeke kurt de wê were kirin, wê asta testê ya duyemîn destpê bike. Tê payîn ku di asta duyemîn de li 20 nexweşan dilê protez bê bicihkirin.