'Şerîda Gazzeyê bi krîzeke xetere ya malî re rû bi rû ye'
Bankaya Cîhanê di raporeke xwe de diyar kir ku Şerîda Gazzeyê bi krîzeke xetere ya malî re rû bi rû ye û Fîlîstînî, Îsraîlî û bexşendeyên navneteweyî hişyar kir.

Rapora di 22'ê Gulanê de hat weşandin, ji bo civîna komîteyeke karê koordînekirina alîkariyên navneteweyî yên ji bo Şerîda Gazzeyê wezîfedar e, hat amadekirin û wê di 27'ê Gulanê roja Çarşemê de li Brukselê bê pêşkêşkirin.
Li gorî rapora Bankaya Cîhanê, windahiya îxracata li Gazzeyê, ancax bi şer û dorpêçiya Îsraîlê ya ji sala 2007'an û vir ve dimeşîne, dikare bê ravekirin.
Hat destnîşankirin ku ev dorpêçiya Misir jî di pratîkê de di nav de cih digire, bandora hilweşîner li aboriya herêmê kir.
Li gorî Bankaya Cîhanê, ji ber dorpêçiyê li dahatûya neteweyî ya nesade ya nava welêt a Şerîda Gazzeyê di rêjeya ji sedî 50 de kêm bûye.
Di raporê de ji rêveberiya Fîlîstînê ya navenda xwe li Ramallah e, ji Îsraîl û bexşendeyên navneteweyî hat xwestin ku bikevin nava tevgerê û reformên pêwîst bixin meriyetê.
Hişyarî hat dayîn ku di rewşeke berevajî de Şerîda Gazzeyê dikare bi krîzeke cidî ya malî re rû bi rû bimîne.
Bankaya Cîhanê da zanîn ku bêkariya li Şerîda Gazzeyê di sala 2014'an de derketiye rêjaya ji sedî 44'an.
Di raporê de her wiha hat ragihandin ku li Şerîda Gazzeyê her çend çar ji pênc kesan alîkariyê werdigirin jî, ji sedî 39 ê nifûsa wê di bin sînorê xizaniyê de ye.
Bankaya Cîhanê destnîşan kir ku ji bo ji nû ve avakirina aboriya herêmê, hikûmeteke yekbûyî ya ji Şerîa Rojava û Şerîda Gazzeyê divê.
Di raporê de wekî din hat xwestin ku ji bo ji nû ve zindîbûna aboriyê, dorpêçiya li gera malê pêwîst, bê rakirin.