6 hezar leşker gihîştin Ramadî, DAIŞ li bajêr qels dibe
6 hezar leşkerên ji bo bajarê Ramadî yê El Ambarê hatin şandin, gihîştin bajêr. Li bajarê ku şer lê giran e, tê gotin ku hin kolanên bajêr bênavber dest diguherin.

Li hemberî êrîşa berfireh a çeteyên DAIŞ'ê ya ji bo bidestxistina bajêr, hikûmeta navendî ya Iraqê 6 hezar leşker û polîs şand bajarê Ramadî. Alîkarê Serokê Meclîsa El Ambarê Falh El Îsawî da xuyakirin ku di encama êrîşa dijber a hêzên hatine şandin û hêzên eşîrên li herêmê de, ji sedî 75 ê bajarokê El Mîlb ê Ramadî ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin. El Îsawî ragihand ku hêzên artêşa ıraqê xwe gihandine Mizgefta Mezin û ber bi girtîgeha bajêr ve bi pêş ve diçin.
Hat gotin ku piraniya hêzên gihaştine El Ambarê tîmên antî-terorê ne. Wezareta Parastinê ya Iraqê jî bi daxuyaniyekê îro ragihand ku hêzên artêşa ıraqê kolana Muxaberat bi dest xistine.
Hat ragihandin ku li gel bombebarana balafirên hêzên koalîsyonê, pêşketina hêzên artêşa Iraqê ya li herêmê dewam dike.