WHO: Qelsiya sîstemên tenduristiyê dibe sedema mirinê
Şewba Ebola ya li rojavayê Afrîkayê di nava salekê de rê li ber mirina 11 hezar kesî vekir, di heman demê de rewşa zehmet a sîstemên tenduristiyê yên li gelek welatên cîhanê raxist pêş çavan.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya cîhanê (WHO) sîstema tenduristiyê ya 30 welatên ku piraniya wan li parzemîna Afrîkayê ne, qels e. Ji rêveberên WHO Dr. Rudîger Krech da xuyakirin ku di belavbûna vîrûsa Ebola de rola qelsiya sîstemên tenduristiyê heye.
Dr. Krech bal kişand ser biryara zêdekirina budçeya 2016-2017'an a WHO û anî ziman ku bi tenê bi hin derfetên malî re pirsgirêkên sîstema tenduristiyê çareser nabin. Dr. Krech got, "Li gelek welatan bertîl û karên ne li rê serdest in. Girîng e mijar li gorî rastiya xwe bê pênasekirin."
PIRSGIRÊKA BINGEHÎN BERTÎL E
Dr. Krech destnîşan kir ku li welatên sîstema tenduristiyê lê qels in, bertîl mîna şewbekê ye û got, "Bi taybetî di xerckirina fona cemaweriyê li sektora bingehîn a weke tenduristiyê de, pirsgirêka ne zelaliyê heye."
Ji ber vîrûsa Ebola bi giştî 11 hezar 120 kesan jiyana xwe ji destan, ji sedî 4 ê van xebatkarên tenduristiyê bûn. Vîrûsa ku bi giştî bi 27 hezar kesî kes, ku 815 ji wan xebatkarên tenduristiyê ne, kêmasiyên li Gîne, Lîberya û Sîerra Leone raxistibû pêş çavan.