'Hîzbûllahê derbek giran li El Nûsra û DAIŞ'ê xist'

Lîderê Hîzbûllah a Lubnanê Seyyîd Hesen Nasrûllah di axaftina xwe ya li televîzyonên El Menar, El Meyadîn û El Alem hatin weşandin de diyar kir ku wan li hemberî çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê serketinên girîng bi dest xistine.

Lîderê Hîzbûllah a Lubnanê Seyyîd Hesen Nasrûllah di axaftina xwe ya li televîzyonên El Menar, El Meyadîn û El Alem hatin weşandin de diyar kir ku wan li hemberî çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê serketinên girîng bi dest xistine. Hesen Rasrûllah da xuyakirin ku wan li Kalamûnê qadeke ji 300 kîlometreçargoşe ji çeteyan paqij kirine.

Lîderê Hîzbûllah a Lubnanê Nasrûllah, encamên pevçûnên çend roj berê yên li herêma Kalamûnê bi çapemeniyê re parve kir. Da xuyakirin ku li eniya şer, qada pevçûnê li dirêjahiya 30 kîlometreyî û kûrbûna 10 kîlometreyî qewimiye. Nasrûllah da zanîn ku hêzên Hîzbûllah û tifaqa wan hêzên rejîma Baas, li quntarên çiyayê Şarkiye ku piraniya wê di nava sînorê Lubnanê de ye û li herêma çiyayî ya Sûriyeyê Kalamûnê, li hemberî çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê operasyonek pêk anîne û li qadeke berfireh pevçûn qewimîne.

QADA JI 300 KÎLOMETREÇARGOŞEYÎ JI ÇETEYAN HAT PAQIJKIRIN

Nasrûllah da xuyakirin ku di encama operasyonê de çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê neçar mane xwe ji qada 300 kîlometreçargoşeyî vekişînin û got, "Encama vî şerî, xwe vekişîna komên çekdar ji hermû herêmên pevçûnê ye. Di nava xaka Sûriye û Lubnanê de qadeke ji 300 kîlometreçaregoşeyî ji kontrola komên çekdar hat rizgarkirin. Bê guman piraniya vê qadê xaka Sûriyeyê ye. Komên çekdar di vî şerî de windahiyê giran dan, lê belê ez naxwazim hejmar bêjim. Herêmên çiyayî yên bajarên Sûriye û Lubnanê bi hev ve girê didin, hatin paqijkirin. Asel el-Vard, el-Cuba, Ras el-Ma’rra, Flita (li Sûriyeyê ye); bi Brîtal, Baalbek û Nahle ve (li Lubnanê ne)  hatin girêdan û ev herêm hemû ji komên çekdar hat paqijkirin."

Di operasyonê de rêya navbera Lubnan-Sûriyeyê ya digihêje Şamê hatiye kontrolkirin. Nasrûllah anî ziman ku di pevçûnan de çeteyan windahiyên giran dane û der heqê windahiyên xwe de jî diyar kir ku berevajî îdîayên medya Ereb ne 150 ye, 13 windahiyên wan hene.