Li Fransayê li hember îsrafa xurekê bexşa mecbûrî

Li Fransayê bi qanûna li Meclîsa Neteweyî hat qebûlkirin tê armanckirin ku pêşiya îsrafa xurekê bê girtin.

Li Fransayê bi qanûna li Meclîsa Neteweyî hat qebûlkirin tê armanckirin ku pêşiya îsrafa xurekê bê girtin.

Bi qanûnê re, berhemên ji ber dîroka wan a bikaranînê nêz dibe ji refan tên rakirin û tinekirin tê qedexekirin û bi awayekî mecbûrî bexşî saziyên alîkariyê tên kirin.

Li Fransaya xwedî 66 mîlyon nifûsê ye û duyemîn welatê Yekîtiya Ewropayê ye, her sal serê kesekî 20-30 kîlo madeyên xwarinê tê îsrafkirin. Ev xurek ku beşek jê ji çopan tê komkirin, beşek girîng jî tê tinekirin.

Tê texmînkirin ku xurekên tên avêtin salane di navbera 12 û 20 mîlyar Euro zerarê dide aboriya welêt.

Bi qanûna ku roja Pêncşemê li parlamentoyê hat qebûlkirin, kargehên xurekan ên ji 400 metre çarçik mezintir xurekên nefirotine mecbûr in, herî kêm bi saziyeke alîkariyê re peymanê çêbikin û bidin wan.

Ev rewş rastî nerazîbûna kargehên mezin tê. Ji ber saziyên alîkariyê ji bo alîkariyê bidin xizanên ku bi mîlyonan tên îfadekirin pêwîst e van xurekan bikirin. Ev qanûna nû jî wê rê li ber zerareke mezin veke.

Dîsa eger ev xurek ne li gor bikaranînê bin wek êma sewalan wê bên bikaranîn.

Ji bo astengkirina îsrafa xurekê xurekên bikaranîna wan bi dawî bibin ji bo di çandinî û sektora enerjiyê de bên bikaranîn jî wê mecbûrî be.

Bi qanûnê re tê armanckirin ku îsrafa xurekê ya li Fransa heta sala 2015’an nîv nîv bê kêmkirin.