Di şewata li Kanada de qada daristanî ya ji 250 km² şewitî

Li rojavayê Kanadayê, şewata li daristanê ya di 8'ê Gulanê de destpê kir, hînê nikare bê vemirandin. Ji ber şewatê heta niha qadeke daristanî ya ji 25 hezar hektarî tine bûye.

Li rojavayê Kanadayê, şewata li daristanê ya di 8'ê Gulanê de destpê kir, hînê nikare bê vemirandin. Ji ber şewatê heta niha qadeke daristanî ya ji 25 hezar hektarî tine bûye.

Şewatê li qada nêzî gola Lîttle Bobtaîl a li nêzî bajarê Prînce George ya li eyaleta Brîtîsh Colûmbîa destpê kir û hînê nehatiye vemirandin. Ji ber şewatê heta niha qadeke daristanî ya ji 25 hear hektarî (250 km²) tine bû. Xebatên vemirandina şewatê jî, ji ber bayê dijwar, bi zehmetî tên meşandin.

Hat ragihandin ku bi 270 xebatkarên arkujiyê û bi dehan helîkopteran re hewl tê dayîn şewat bê vemirandin. Lê belê ji ber ba, qada şewatê her diçe berfireh dibe û nayê kontrolkirin.

Tê gotin ku bi qasî 700 rezîdansên li herêmê di rewşeke xetere de ne û heta niha 80 mirov ji herêma şewatê hatine rizgarkirin.

Li aliyê din hat zelalkirin ku ev şewata di dîroka vî welatî de şewata herî mezin e, ji aliyê komên krîmînal ve hatiye derxistin. Lêpirsîna ekîbên jenderme yên Qraliyeta Kanadayê hînê dewam dike. Her wiha bang li şêniyên herêmê tê kirin ku alîkariyê bidin jendermeyan.

Herêma şewat lê derket 800 kîlometre li bakurê bajarê Vancoûverê ye.