Ji Nepalê ku di 25'ê Nîsanê û 12'ê Gulanê de ji ber du erdhejan hilweşîneke mezin lê der bû, banga alîkariyê li raya giştî ya navneteweyî hat kirin. Serokwezîr Sûshîl Koîrala diyar kir ku ji bo ji nû ve avakirinê pêwîstî bi 2 mîlyar dolarî heye.
Serokwezîr Sûshîl Koîrala duh bang li civaka navneteweyî kir û anî ziman ku hikûmetê 200 mîlyon dolar tevlî fona ji bo ji nû ve avakirin û rehabîlîtasyonê hatiye afirandin, kiriye. Koîrala got, "Armanca me di çarçoveya vê fonê de berhevkirina alîkariya ji 2 mîlyar dolarî ye. Hikûmeta me 200 mîlyon dolar tevlî kir, em bang li saziyên alîkariyê û sektora taybet dikin ku tevkariyê li vê fonê bikin."
Koîrala bal kişand ser girîngiya xebatên rehabîlîtasyon û ji nû ve avakirinê yên li welatê xwe û got, "Em hêvîdar in ku wê dostên me werin hawara me."
Li Nepalê di 25'ê Nîsanê de bi şîdeta 7,8 û di 12'ê Gulanê de jî bi şîdeta 7,3 du erdhejan rû dabûn, di encamê de li gorî hejmara hat tespîtkirin 8 hezar 500 kesî jiyana xwe ji dest da bûn. Nepal a ku binesaziya wê zerareke mezin dît, yek ji welatê herî xizan ê Asyayê ye.
Hikûmeta ku ev saleke li ser desthilatdariyê ye, tê rexnekirin ku piştî erdhejê bi derengî tevgeriya ye.