CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Charlie Hebdo: Xebatkarên me bêhal in
Kovara Charlîe Hebdo ya di komkujiya 7’ê Çileyê de 11 kes têde hatin qetilkirin bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ye. -
UNESCO qirkirina dîrokê ya li Yemenê şermezar kir
Li Yemenê di navbera Hûsiyan û hikûmetê de ku lêgerînên lihevkirinê didomin, di bombardûmana koalîsyona Siûdî Erebîstan serkêşiya wê dike, bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest da û dîrok jî tê tinekirin. -
Li Kanada cureyê dînozorekî nû
Di encama lêkolînan de derket holê ku berî niha bi 60-70 mîlyon sal, dînozorekî ecêb ê berstûyê wî dişibe tacekê, di difna wî de qiloçekî dirêj li ser çavên wî du qiloçên biçûk hene jiyaye. -
Bûharî: Divê Nîjerya hêza hevpar a li dijî Boko Haram bi rê ve bibe
Serokdewletê Nîjeryayê Mûhammadû Bûharî da xuyakirin ku divê Nîjerya tevahiya hêza artêşê herêmî ya li dijî Boko Haram bi rê ve bibe. -
YE wê destekê bide pêvajoya aştiyê a Kolombiyayê
Yekîtiya Ewropayê (YE) bi daxuyaniyekê destek da pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê di navbera hikûmetê û tevgera gerîla FARC'ê de dimeşe. -
Kaspersky: Hevdîtinên nukleerî hatin kifşkirin!
Yek ji mezintirîn şîrketên ewlekariya kompûterê Eugene Kaspersky ê Rûsyayî, timî valahî û bernameyên sîxuriyê derdixîne holê. -
Tûra dawî ya muzakereyên bi Îranê re îro destpê dike
Tûra dawî ya muzakereyên 5+1 welatan ên bi Îranê re, îro li paytexta Awûstûrya Viyanayê destpê dike. -
Mamostayên li Meksîka li hember reforma perwerdeyê li kolanan e
Li paytexta Meksîko ya Meksîka bi hezaran mamosta ji bo şermezarkirina reforma perwerdeyê ya nû meşiyan. -
Di kongreya GMB de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
Sêyemîn mezintirîn sendîkaya Îngilîstanê Sendîkaya GMB (Karê-Giştî) di kongrya xwe ya salane de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir. -
Fransayê 36 malper ji ber 'desteka ji bo terorîzmê' qedexe kir
Li Fransayê, bêyî biryara dadgeriyê girtina malperên înternetê yên destekê didin DAIŞ'ê, dewam dike. -
Li Perûyê peykerên 3800 salî hatin dîtin
Li sîteya arkeolojîk a Vîchama ya Perûyê, peykerên 3800 salî hatin dîtin. Tê gotin ku peyker ên şaristaniya Caral in. -
Dayika kurê wê çûye Sûriyeyê doz li dewleta Fransayê vekir
Dayika kurê wê yê 16 salî ku ji Fransayê di ser Tirkiyeyê re çû Sûriyeyê û tevî ku li bajarê Nîce ji aliyê polîsan ve hat kontrol kirin jî pêşî lê nehat girtin, li dewletê doza tazmînatê vekir. -
Paraşûta supersonîk a NASA’yê di cerebandinê de çiriya
Testa paraşûta supersonîk a herî mezin ku ji aliyê, Daîreya Feza û Hewayî ya Neteweyî ya Amerîkayê ve (NASA), ji bo ewlekirina firînên ji bo gerstêrka Marsê, hat amadekirin, bi ser neket. -
Li Iraqê di êrîşên DAIŞ'ê de bi dehan kes mirin
Li paytexta Iraq Bexdayê û li wîlayeta El Anbarê, di êrîşên bombeyî de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Hejmara penaberên di ser Derya Spî re hatin YE rekor şikand
Hejmara penaberên di ser Derya Spî re tên welatên Ewropayê roj bi roj zêde dibe. Di nava pênc mehên destpêkê yên îsal de zêdeyî 100 hezar koçber hatin Îtalya û Yewnanîstanê. -
Li DYA’yê girtiyê herî zêde di girtîgehê de maye wê bê berdan
Yek ji girtiyên ku herî zêde di girtîgehê de maye yê DYA’yê Albert Woodfox, wê di demeke kurt de derkeve. Li Luoîsîna dadgerekî diyar kir ku tevî ku ti delîlek şênber tine jî ev 42 sal in Woodfox bi cînayetê tê sûcdarkirin û xwest bê berdan. -
Li Kîev di depoya petrolê de şewat
Li paytexta Ûkrayna Kîev di depoyeke petrolê de şewateke mezin pêk hat. Li ser bajêr ku ewrên tarî bilind bûn sîvîlên li herêmê tên tehliyekirin. -
WWF, Avaaz û ECF ji civîna bilind G7 kêfxweşin
Di Civîna Bilind G7 a li Elmanyayê de sozên di têkoşîna li dijî germahiya global de hatin dayîn, ji aliyê hinek rêxistinên hawirdorê ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. -
Polîsên Belçîka girtin ser Komên Çeçen ên Îslamîst
Hat ragihandin ku polîsên Belçîka li hember komên Çeçen ên Îslamîst operasyonek li dar xistine. Di operasyona li hember 20 malan pêk hat herî kêm 16 kes hatin binçavkirin. -
Li Sana êrîşa hewayî: 93 leşker mirin
Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî li dijî Hûsiyan ava bû, danê vê sibehê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Yemenê bombebaran kir. -
Ji Rûsya û Misirê li Derya Spî yekem tetbîqeta bi hev re
Misir û Rûsya yên di dema dawî de ji nû ve têkiliyên xwe xurt kirin, li Derya Spî dest bi tetbîqeta hevpar kirin. Her du welat cara yekeê ye bi hev re tetbîqeta hevpar a deryayî pêk tînin. -
Danezana encamê ya Konferansa Îranê
Danezana encamê ya konferansa bi serenavê "Krîza Rojhilata Navîn, Îran û Kurd" a 4'ê Hezîranê ya li Parlamenta Ewropayê, hat aşkerakirin. -
Li Derya Spî zêdeyî 2 hezar penaber hatin rizgarkirin
Saziya bi navê Migrant Offshore Aid Station (MOAS) a li Maltayê ji bo alîkariya penaberan dixebite, bi rêya Twîtterê ragihand ku duh tevahiya rojê zêdeyî 2 hezar penaber hatine rizgarkirin. -
Di Kongreya Die Linke de nîqaşên 2017 mora xwe li rojevê xist
Partiya Çep a Elman (Die Linke) kongreya xwe ya çaremîn li bajarê Bîelefeldê civand. Di kongreyê de bi giranî li ser stratejiya partiyê ya hilbijartinên 2017'an hat rawestîn. -
DYA: Di her mehê de hezar çete hatine kuştin
Hat ragihandin ku di bombardûmana hewayî ya li hember çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê tehdîda dagirkirin û komkujiyê didomînin 8 hezar çete hatine kuştin.