Hejmara penaberên di ser Derya Spî re hatin YE rekor şikand

Hejmara penaberên di ser Derya Spî re tên welatên Ewropayê roj bi roj zêde dibe. Di nava pênc mehên destpêkê yên îsal de zêdeyî 100 hezar koçber hatin Îtalya û Yewnanîstanê.

Hejmara penaberên di ser Derya Spî re tên welatên Ewropayê roj bi roj zêde dibe. Di nava pênc mehên destpêkê yên îsal de zêdeyî 100 hezar koçber hatin Îtalya û Yewnanîstanê.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya navenda wê li Cenevre ye da xuyakirin ku hejmara koçberên di ser Derya Spî re hatine welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) gihaştiye 102 hezarî. Berdevkê IOM Leonard Doyle diyar kir ku sînorê 100 hezarî li gorî sala bihurî zûtir hatiye derbaskirin û hişyarî da ku ji ber mercên germ ên hewayê, dibe ku qaçaxçiyê mirovan bêhtir bikevin nava tevgerê.

Li gorî hejmarê IOM, bi qasî 55 hezar koçberên di ser Derya Spî re hatine Yekîtiya Ewropayê (YE), xwe gihandine Îtalyayê. Yewnanîstan jî ku par tevahiya salê 34 hezar koçber hatibûn, îsal ev hejmar di 5 mehên destpêkê de 46 hezar derbas kir.

Li gorî aganiyan, beşeke mezin a koçberan ji welatên Rojhilata Navîn û Afrîkayê tên.

Tê texmînkirin ku hejmara koçberên di pênc mehên îsal de ji ber binavbûna keştiyan û pevçûnên di navbera wan û qaçaxçiyan de jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 2 hezarî ye.