Di Kongreya Die Linke de nîqaşên 2017 mora xwe li rojevê xist

Partiya Çep a Elman (Die Linke) kongreya xwe ya çaremîn li bajarê Bîelefeldê civand. Di kongreyê de bi giranî li ser stratejiya partiyê ya hilbijartinên 2017'an hat rawestîn.

Partiya Çep a Elman (Die Linke) kongreya xwe ya çaremîn li bajarê Bîelefeldê civand. Di kongreyê de bi giranî li ser stratejiya partiyê ya hilbijartinên 2017'an hat rawestîn.

Seokê Koma Meclîsê ya Die Linke Gregor Gysî di kongreya li Bîelefeldê de peyivî û anî ziman ku divê partiya wan di hilbijartinên dema pêş de ji koalîsyona Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Keskan 'sor+sor+kesk' re amade be. Gysî da xuyakirin ku ji bo koalîsyoneke gengaz a bi SDP'ê re dibe ku pêwîstî bi dayîna tawîzê jî hebe.

Piştî Gysî, Sahra Wagenknecht a tê payîn ji bo Serokatiya Komê were hilbijartin mafê axaftinê girt û anî ziman ku ew bi temamî li dijî nêrîna koalîsyona bi SPD'ê re ye û destnîşan kir ku Die Linke ji bo di 'hikûmeteke bi vî rengî de cih bigire' nehatiye avakirin. Wagenknecht nerazîbûna ji polîtîkayên SPD'ê yên der heqê baca ji dewlemendan bê girtin, peyaman bazirganiya serbest a bi DYA re bê îmzekirin û polîtîkayên li ser bankayê de anÎ ziman.

Di rûniştina îro ya kongreyê de tê payîn ku Gregor Gysî Serokatiya Koma li Meclîsa Federal biterikîne û li şûna wî Wagenknecht Dîetmar Bartsch bên hilbijartin.

Die Linke, ji 2007'an dema avabûnê û vir ve partiya yekane ya çep e ku li dijî polîtîkayên lîberal ên SPD'ê yên xebatkaran û yên xwedî hatineyeke kêm ji nedîtî ve tê, derdikeve. Die Linke ku li Meclîsa Federal partiya sêyemîn e, ji ber koalîsyona CDU û CSU bi SPD'ê re, ji Kanûna 2013'an û vir ve partiya bingehîn a mûxalefetê ye.