Li Sana êrîşa hewayî: 93 leşker mirin
Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî li dijî Hûsiyan ava bû, danê vê sibehê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Yemenê bombebaran kir.
Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî li dijî Hûsiyan ava bû, danê vê sibehê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Yemenê bombebaran kir.
Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî li dijî Hûsiyan ava bû, danê vê sibehê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Yemenê bombebaran kir. Di êrîşê de 93 leşkerên ser bi Serokdewletê berê Alî Abdûllah Salih hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya çavkaniyên leşkerî yên Yemenê ji BBC re kirin, balafirên şer ên koalîsyona Ereb danê sibeyê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Yemenê ya li Sana bombebaran kirine.
Rayedaran diyar kirin ku di avahiya hat bombekirin de 350 leşkerên ser bi Serokdewletê berê yê Yemenê Alî Abdûllah Salih ên xwe jib o şerê li ser sînorê Erebîstana Siûdî amade dikirin, hebûn.
Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de 93 leşker hatine kuştin û cenazeyên wan rakirine nexweşxaneyan. Li gorî agahiyan bi sedan kes jî birîndar bûne.
Li aliyê din hat gotin ku balafirên şer ên koalîsyona Ereb li Saada, Heca, Demar, Dali, Ibîn, Şibwe, Aden û Taiz ên mûxafizên komarê yên ser bi Serokdewletê berê Alî Abdûllah Salih, bombebaran kirine.