Tûra dawî ya muzakereyên bi Îranê re îro destpê dike
Tûra dawî ya muzakereyên 5+1 welatan ên bi Îranê re, îro li paytexta Awûstûrya Viyanayê destpê dike.

Ji bo hevdîtinên destpêkê yên beriya muzakereyên li ser nirxandina xalên bi nîqaş ên di navbera aliyan de, Alîkarên Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyyed Abbas Araqchî û Majîd Takht-e Ravanchî, li Viyanayê bi Alîkara Serketerê Polîtîka Derve ya Yekîtiya Ewropayê Helga Schmîdt re rûniştin.
Rûniştinên di asta Wezîrên Karên Derve de wê bi awayekî fermî roja Înê saet di 10'an de destpê bikin. Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry ê ji ber qezaya bîsîkletê ya beriya hefteyekî lingê wî şikestibû, wê di hevdîtinên tûra dawî ya li Viyana de cih bigire.
Di muzakereyên li ser mijara nukleerî yên di navbera DYA, Rûsya, Çîn, Îngilîstan, Fransa û Elmanya 5+1 û Îranê de, di 2'ê Nîsana 2015'an de li bajarê Swîsre Lozanê peymaneke demkî ya di asta çarçoveyê de hatibû îmzekirin. Tê xwestin ku di 30'ê Hezîranê de peymana dawî di navbera aliyan de bê îmzekirin.