YE wê destekê bide pêvajoya aştiyê a Kolombiyayê

Yekîtiya Ewropayê (YE) bi daxuyaniyekê destek da pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê di navbera hikûmetê û tevgera gerîla FARC'ê de dimeşe.

Yekîtiya Ewropayê (YE) bi daxuyaniyekê destek da pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê di navbera hikûmetê û tevgera gerîla FARC'ê de dimeşe.

Serokê Konseya Ewropayê Donald Tûsk, di axaftina vekirinê ya civbîna bilind a Yekîtiya Ewropayê ya bi welatên Latîn Amerîka û Karabîkê re anî ziman, ku eger peymana aştiyê were morkirin, ew ê ji bo bêçekbûyîna gerîlayan, desteka fînansî bidin.

Tûsk diyar kir ku ji bo avabûna pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê, ew li cem Serokê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos cih digirin.

Ewropiyan dan zanîn ku eger muzakereyên bi FARC'ê re bigihêjin encamekê, ew ê ji bo razemenî û projeyên bêçekbûyînê alîkariyek ji 118 mîlyon Euroyî bikin.

Muzakereyên aştiyê yên di navbera hikûmeta Kolombiyayê û FARC'ê, di Mijdara 2012'an de li paytexta Kuba Havanayê destpê kirin.

Di navbera hikûmeta Kolombiyayê û tevgera gerîla FARC'ê de, piştî peymaneke aştiyê ya hefteya bihurî hat morkirin, li ser avakirina Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan li hev hat kirin.

Komîsyona Heqîqetan, xala duyemîn e ku aliyan ji destpêka salê û vir ve li ser li hev kirine.

Di meha Gulanê de ji bo paqijkirina herêmê ji mayînan, li ser bernameyekê li hev hatibû kirin. Di mijarên reforma li qada bejahî, tevlîbûna gerîlayên berê li jiyana siyasî, paqijkirina derdorê ji mayînan û têkoşîna li dijî trafîka kokaînê de, ji hin aliyan ve peyman hatine morkirin.

Eger pirsgirêka tazmîna mexdûran ku niha di asta nîqaşê de ye çareser bibe, her du alî wê li ser danîna çekan û peymana aştiyê ya dawî bisekinin. Hevdîtineke din a muzakereyê di 17'ê Hezîranê de ye.