Dayika kurê wê yê 16 salî ku ji Fransayê di ser Tirkiyeyê re çû Sûriyeyê û tevî ku li bajarê Nîce ji aliyê polîsan ve hat kontrol kirin jî pêşî lê nehat girtin, li dewletê doza tazmînatê vekir. Dayika ku kurê wê ji aliyê çeteyan ve hat xapandin, ji ber polîsan destur da çûyîna kurê ya Stenbolê, gazinc kir.
Parêzerê dayikê jî got: “Ew zarokek bû. Ji bo biçe Sûriyeyê çû Tirkiyeyê.”
Dayika zarokekî 16 salî ku di 2013’an de çû Sûriyeyê, li Dadgeha Îdarî doz vekir û ji dewleta Fransayê tazmînata aborî xwest. Dayik ji bo pêşî li kurê wê nehatiye girtin, daxwaza tazmînatê dike.
Li gorî agahiyê hatine girtin zarokê bi navê B. herî dawî di 27’ê Kanûna 2013’an de li bajarê Nîce bi dayik û sê xwişk û birayên xwe re cejna Noelê pîroz kiriye. B. du roj şûnde bi 3 hevalên xwe re beyî agahiyê bide malbata xwe diçe Sûriyeyê.
Li gorî dayika wî kurê wê demek berê bûyerê ola îslamê hilbijartiye. Kurê wê çend roj piştî 2014’an, li dayika xwe digere û dibêje ez li Sûriyeyê me. Tevî ku kurê wê li balafirgeha Nîce di kontrola polîsan de derbas dibe jî, pêşî lê nayê girtin.
Parêzera dayikê, Samîa Maktouf got zarokê 16 salî deriyê ketina Sûriyeyê, Tirkiyeyê dibîne û polîsên Fransayê jî li dijî vê tiştek nekirine û got ev nayê qebûlkirin. Parêzer got: “Tevî ku zarok tê kontrolkirin jî desturê didin ku zarok biçe Tirkiyeyê. Yekane rêya ketine Sûriyeyê Tirkiyeye.”
Parêzer da zanîn ku dayik ji dewleta Fransayê 110 hezar euro tazmînat xwestiye.