Fransayê 36 malper ji ber 'desteka ji bo terorîzmê' qedexe kir

Li Fransayê, bêyî biryara dadgeriyê girtina malperên înternetê yên destekê didin DAIŞ'ê, dewam dike.

Li Fransayê, bêyî biryara dadgeriyê girtina malperên înternetê yên destekê didin DAIŞ'ê, dewam dike. Herî dawî 36 malperên înternetê hatin girtin. Lê tê rexnekirin ku nayê aşkerakirin kîjan malper ji ber kîjan sedemê hatiye girtin.

Di daxuyaniya ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneûve hat dayîn de hat ragihandin, ku li Fransayê 36 malperên înternetê yên 'propaganda terorîzmê' dikin hatine girtin. Lê belê agahî nehat dayîn ku kîjan malper bi kîjan sedema zelal ve hatiye girtin.

Di çarçoveya qanûna antî-terorîzmê ya hikûmeta Fransayê di Mijdara bihurî de derxistibû, herî dawî di meha Adarê de 5 malperên înternetê hatibûn girtin. Hatibû ragihandin ku van malpera destek dane çeteyên DAIŞ'ê û propaganda terorîzmê kirine.