WWF, Avaaz û ECF ji civîna bilind G7 kêfxweşin
Di Civîna Bilind G7 a li Elmanyayê de sozên di têkoşîna li dijî germahiya global de hatin dayîn, ji aliyê hinek rêxistinên hawirdorê ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.

Li bajarê Elmaû yê eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, Civîna Bilind a G7 pêk hat û di civînê de biryarên girîng ên di têkoşîna li dijî germahiya global de hatin girtin. Di civîna bilind de hatibû diyar kirin ku divê belavkirina gaza serayê heta dawiya sedsalê were kêmkirin û dakeve asta sifirê û ji bo welatên xizan jî heta 100 mîlyar dolarî alîkarî bê kirin.
100 mîlyar dolarê ku wê di têkoşîna li dijî germahiya global bê dayîn de, ji sala 2020’an şûnde wê bê dayîn. Bi taybet jî hat xwestin ku sektorên taybet li ser razemeniyê bisekinin.
Di nav hedefên encamnameya civîna bilind de, tê gotin ku li şûna komir, petrol û gazê, dikarin derbasî enerjiya dikare bê nûkirin bibin.
Piştî civîna bilind hinek rêxistinên hawirdorê daxuyanî dan û diyar kirin ku biryarên hatine girtin ew kêfxweş kirine.
Di daxuyaniya ku li ser malpera Avaaz hatiye weşandin de hat gotin ku Angela Merkel têkildarî avhewayê de sozên dîrokî dan. Rêxistina Parastina Jiyana Xwezayî ya Cîhanê (WWF) jî daxuyanî da û vîna ‘di rêya rasta de diçin’ bikar anî.
Weqfa Avhewayê ya Ewropayê (ECF) got biryarên di civîna bilind de hatine girtin gelek girîng in.
Tê payîn ku biryarên girîng ên di têkoşîna li dijî germahiya global de tê girtin di konferansa avhewayê ya li Parîsê pêk tê de bên girtin.