Bûharî: Divê Nîjerya hêza hevpar a li dijî Boko Haram bi rê ve bibe

Serokdewletê Nîjeryayê Mûhammadû Bûharî da xuyakirin ku divê Nîjerya tevahiya hêza artêşê herêmî ya li dijî Boko Haram bi rê ve bibe.

Serokdewletê Nîjeryayê Mûhammadû Bûharî da xuyakirin ku divê Nîjerya tevahiya hêza artêşê herêmî ya li dijî Boko Haram bi rê ve bibe.

Biryar hat dayîn ku hêza hevpar a ji 8700 leşker, polîs û sivîlên ji Nîjerya, Çad, Kamerûn, Nîjer û Benînê li N'Djamena'yê bê bicihkirin û ji aliyê generalekî Nîjeryayî ve were birêvebirin. 

Di nava şeş mehên dawî de, berpirsyariya operasyonên li herêmê li ser milê Çadê bû. Lê belê tê gotin ku rêveberiya demkî ya artêşa hevpar, di têkoşîna li hemberî Boko Haram de encamê bi xwe re nîne.

Bûharî dixwaze, rêveberiya operasyonên artêşa hevpar, heta bidawîbûna operasyonan di destê artêşa Nîjeryayê de be.

Bûharî da xuyakirin ku rêveberiyeke rûniştî dikare bêhtir encamê bi dest bixe û bibîr xist ku herî zêde Nîjeryayê hêza xwe tevlî hêza hevpar kiriye.

Nîjeryayê di hefteya bihurî de dabû xuyakirin ku artêşa hevpar wê ji aliyê general Tûkûr Bûrataî ve were birêvebirin.

Artêşa hevpar a ji Nîjerya, Çad, Nîjer û Kamerûn ji meha Sibatê û vir ve li hemberî Boko Haram têdikoşe.