Charlie Hebdo: Xebatkarên me bêhal in

Kovara Charlîe Hebdo ya di komkujiya 7’ê Çileyê de 11 kes têde hatin qetilkirin bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ye.

Kovara Charlîe Hebdo ya di komkujiya 7’ê Çileyê de 11 kes têde hatin qetilkirin bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ye. Xebatkarên kovara piştî komkujiyê bi sedhezaran kes lê xwedî derket hê jî di parastina polîsan de jiyana xwe didomînin.

Piştî êrîşa li hember Charlie Hebdo, di serî de li Fransa li tevayî cîhanê bi sedhezaran kes li kovarê xwedî derketin û hejmara aboneyên wê 200 hezar kes derbas kiriye. Lê belê ji ber tirsê kovar gihiştiye merheleyeke ku nikare xebatên xwe bidomîne.

Gérard Biard ê piştî komkujiyê bû gerînendeyê weşanê ya kovarê di roportaja xwe ya kovara Elman Focus de got: “Gelek hempîşeyên min hê jî di bin tesîra komkujiya 7’ê Çileyê de tedawiya psîkolojîk dibînin. Gelek ji wan ku di redaksiyonê de lêkolînan dikin heta di jiyana xwe ya taybet de jî timî di parastina polîsan de dijîn.”

Biard da xuyakirin ku piştî komkujiyê jî li hember wan reşkirin dewam kiriye, kovar Misimanan nake hedef û li hember El Qaîde ye.

Di komkujiya bi Charlie Hebdo destpê kir, 8’ê Çileyê li hember kargeheke Yahûdiyan û polîsan êrîş pêk hatibûn. Di êrîşan de 17 kesî jiyana xwe ji dest dabû.