Kaspersky: Hevdîtinên nukleerî hatin kifşkirin!
Yek ji mezintirîn şîrketên ewlekariya kompûterê Eugene Kaspersky ê Rûsyayî, timî valahî û bernameyên sîxuriyê derdixîne holê.
Yek ji mezintirîn şîrketên ewlekariya kompûterê Eugene Kaspersky ê Rûsyayî, timî valahî û bernameyên sîxuriyê derdixîne holê.
Yek ji mezintirîn şîrketên ewlekariya kompûterê Eugene Kaspersky ê Rûsyayî, timî valahî û bernameyên sîxuriyê derdixîne holê.
Eûgene Kaspersky li Londonê civîneke çapemeniyê lidar xist û êrîşek li hemberî şîrketa xwe aşkera kir.
Pisporê kompûterê Kaspersky diyar kir ku her tişt beriya salekê di kompûtera xebatkarekî wan ê li Asyayê de destpê kiriye anî ziman ku bernameya sîxuriyê ya ku wan dîtine, tespît kirine ku salekê di sîstema wan de digere.
Kaspersky da xuyakirin ku bernameya sîxuriyê ne tenê ketiye nava sîstema wan, di heman demê de xwe berdaye nava 100 sîstemên li welatên Rojavayî, Rojhilata Navîn û Asyayê.
Hevrikê Kaspersky şîrketa Symantec jî piştî ku bername lêkolîn kir, tesPît kir ku di sîstemên sektora telekomê ya Ewropayê, operatoreke telefonê ya Bakurê Afrîkayê û febrîqeyeke elektronîk a Başûrrojhilatê Asyayê, cih girtiye.
Kaspersky da zanîn ku ev bernameya sîxuriyê li gelek otelên lê muzakereyên nukleerî di navbera Îran û 5+1 de dihat meşandin, hatiye tespîtkirin.
Kaspersky der barê van otelan de agahiyên zêde neda. Ji ber vê yekê nehat zanîn ku li beşdarên civînê hatiye guhdarîkirin yan na, belgeyên veşartî hatine bidestxistin yan na.
Pisporan navê "Duqu 2" li vê bernameya sîxuriyê kirin. Versiyona destpêkê ya vê bernameyê di sala 2011'an de di xebatên li ser bernameya nukleerî ya Îranê de hatibû tespîtkirin.
Ev bername di sala 2011'an de weke parçeyek ji bernamey Stuxnetê ya êrîşî santralên nukleerî yên Îranê dikir, hatibû çêkirin. Rojnameyekî New York Timesê di encama lêkolîneke xwe de ragihandibû ku Stuxnet bi alîkariya Îsraîlê ji aliyê DYA ve hatiye afirandin.
SWÎSREYÊ LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN
Lêkolînerên Kaspersky diyar kirin ku vîrûsa Duqu 2 ancax karibe bi derfetên dewletekê were çêkrin.
Lê kîjan werlat? Bi tenê derfetên çend welatan hene ku operasyoneke bi vî rengî bixin meriyetê. Di serî de meyda Amerîkayê, bal li ser Îsraîlê ye. Rêveberiya Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku eleqeya wan bi bernameyê re nîne.
Derket holê ku Dozgeriya Swîsreyê der barê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin. Li gorî medya Swîsreyê dozgeriyê, di lêgerîneke roja 12'ê Gulanê de dest daniye ser hemû materyalên kompûterê.