DYA: Di her mehê de hezar çete hatine kuştin

Hat ragihandin ku di bombardûmana hewayî ya li hember çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê tehdîda dagirkirin û komkujiyê didomînin 8 hezar çete hatine kuştin.

Hat ragihandin ku di bombardûmana hewayî ya li hember çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê tehdîda dagirkirin û komkujiyê didomînin 8 hezar çete hatine kuştin.

Yek ji generalên artêşa DYA John Hesterman, got di çarçoveya operasyonên hewayî yên ji Tebaxa 2014’an ve heta niha 15 hezar û 675 caran balafir rabûne û 4 hezar û 423 bombardûman pêk anîne.

John Hesterman anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê dikevin nav gelê sîvîl û ji ber vê bombardûmana balafiran bi sînor dimîne.

Li gor agahiyên generalê Amerîkan, di operasyonên hewayî yên ji Tebaxa 2014’an ve her meh bi qasî hezar çete hatine kuştin.