Paraşûta supersonîk a NASA’yê di cerebandinê de çiriya

Testa paraşûta supersonîk a herî mezin ku ji aliyê, Daîreya Feza û Hewayî ya Neteweyî ya Amerîkayê ve (NASA), ji bo ewlekirina firînên ji bo gerstêrka Marsê, hat amadekirin, bi ser neket.

Testa paraşûta supersonîk a herî mezin ku ji aliyê, Daîreya Feza û Hewayî ya Neteweyî ya Amerîkayê  ve (NASA), ji bo ewlekirina firînên ji bo gerstêrka Marsê, hat amadekirin, bi ser neket.

Paraşûta supersonîk a 3 metre firehiya wê hebû û bi kurtasî navê LDSD hatiye danîn, di dema cerebandina li ser Okyanûsa Mezin, vebû,  lê piştre qelişî. Li gorî daxuyaniya ji aliyê NASA’yê ve hatiye kirin, paraşût bi tevahî hatiye vekirin lê hema piştî wê çiriya.

Bi peraşûta supersonîk re tê hedef kirin ku maşîna fezayî ya bi navê march 2, dema dadikeve Marsê, leza ketina wê daxîne bin leza dengê wê. Ev paraşût bi alîkariya baloneke mezin ji okyanûsê wê bavêjin 37 kîlometre bilindahiyê.  Ev daîreya di bin bana balonê de jî wê bavêtana bilindayik mezintir û di dema daketina daîreyê ya okyanûsê de jî wê bibûna alîkarê daîreyê.

Testa LDSD’ê ji bo şertên dişibin atmosfera Marsê bê avakirin, li dehan kîlometreyî jortir tê kirin.

NASA’yê yekem car di 1976’an de cerebandina paraşûtên supersonîk kir. Bi taybet jî ji bo projeya şandina mirovan a Marsê ya 2030’î tê nirxandin.