Li Perûyê peykerên 3800 salî hatin dîtin

Li sîteya arkeolojîk a Vîchama ya Perûyê, peykerên 3800 salî hatin dîtin. Tê gotin ku peyker ên şaristaniya Caral in.

Li sîteya arkeolojîk a Vîchama ya Perûyê, peykerên 3800 salî hatin dîtin. Tê gotin ku peyker ên şaristaniya Caral in.

Li sîteya arkeolojîk a Vîchama ya Perûsyê, sê peykerên 3800 salî yên şaristaniya Caralê hatin dîtin. Rayedaran diyar kir ku peyker ji heriyê hatine çêkirin û bi benê ji pembo bi hev re hatine girêdan û li bermayîna avahiyeke li sîteyê ne.

Ev herêma nêzî gundê Vegûetta yê 130 kîlometre li bakurê paytexta Perû Lîmayê, bi temamî ya şaristaniya Caral e.

Wezareta Çandê ya Perû da xuyakirin ku ew texmîn dikin ev peykerên dişibin mirovan di ayînên olî de hatine bikaranîn.

Peykerên ji heriyê hatine çêkirin jin û mêrekî tazî temsîl dikin. Tê gotin ku heyker bi rengê spî hatiye boyaxkirin.

Rayedaran dan zanîn ku peykera duyemîna jinê jî 28 tiliyên xwe hene û bi rengê spî hatiye boyaxkirin. Rayedaran gotin, "Em di wê baweriyê de ne ku ev peyker rahîbeyekê temsîl dike."

Rûth Shady û ekîba wî ya lêkolîna arkeolojîk dimeşîne di heman demê de peykerekî ji du seriyên jinê yê ji heriyê dîtibûn. Peyker bi perîkên zer, şîn û rengê pirtiqalî hatibûn girtin.