Li Iraqê di êrîşên DAIŞ'ê de bi dehan kes mirin
Li paytexta Iraq Bexdayê û li wîlayeta El Anbarê, di êrîşên bombeyî de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li welatê ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê lê dewam dike, li kolana Fîlîstînê yê paytext Bexdayê, ji ber teqîna wesayîteke bombebarkirî ya li ber resoterantekê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji mirovên jiyana xwe ji dest dan 3 jê jin in. Di êrîşê de 24 kes jî birîndar bûn.
Duh danê sibehê jî di êrîşa li hemberî maşîneke leşkerî ya li dewriyê digeriya de sê jê leşker çar kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşeke din a li semta Seydiye de sê kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di encama êrîşeke din a li Amiriye de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li aliyê din, li wîlayeta El Anbar ê şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê lê dewam dike, di êrîşa xwekujî ya 3 çeteyên kincê leşkerî li xwe kiribûn de herî kêm 8 leşker mirin. DAIŞ'ê îdîa kir ku di êrîşê de bi dehan leşker mirine.
Di êrîşê de yek jê payebilindekî dewletê yê herêmî 17 eks birîndar bûn.