Di kongreya GMB de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin

Sêyemîn mezintirîn sendîkaya Îngilîstanê Sendîkaya GMB (Karê-Giştî) di kongrya xwe ya salane de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir.

Sêyemîn mezintirîn sendîkaya Îngilîstanê Sendîkaya GMB (Karê-Giştî) di kongrya xwe ya salane de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir.

Sekreterê Giştî yê Sendîkayê Paûl Kenny, di kongreya 8-11'ê Hezîranê ya li paytexta Îrlanda Dûblînê de axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 16 sal in tê îzolekirin. Kenny destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin û xwest Ocalan tavilê serbest bê berdan.

'OCALAN JI BO AŞTIYÊ DIXEBITE; ÇARESERÎ DI AZADIYA WÎ DE VEŞARTÎ YE'

Kenny anî ziman ku ji bo bilêvkirina mafên Kurdan ew ê di çarçoveya kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' de li Brîtanyayê bixebitin û serketina HDP'ê ya hilbijartinan de jî pîroz kir. Sekreterê Giştî da xuyakirin ku ji nedîtî hatina Kurdan û mafên Kurdan, ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahiya raya giştî ya navneteweyî şermeke mezin e.

Di roja duyemîn a kongreya GMB de, ku Serokdewletê Îrlandayê Mîchael D Higgins jî lê axivî, bi serenavê 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re azadî' civînek hat lidarxistin û tevî bi sedan delegeyan Nûnerê KNK'ê Erdelan Baran jî amade bû. Civîn bi pêşengiya dîroktorê Sendîkayê yê ji têkiliyên navneteweyî berpirsyar Bert Schoûwenbûrg hat lidarxistin. Di axaftinênl i civînê de bal hat kişandin ser girîngiya mezin a Ocalan di çareseriya pirgirêka Kurd de. Hat ragihandin ku tevî 16 salên ragirtina li Îmraliyê jî Ocalan ji bo pêkhatina aştiyê dixebite û hat destnîşankirin ku çareserî di azadiya Ocalan de veşartî ye.

ZÊDEYÎ 600 HEZAR ENDAMÊN XWE HEYE

Sendîkaya GMB a ku xwedî paşerojeke ji 126 salî ye, zêdeyî 600 hezar delegeyên xwe hene. Sendîaka ku bi giranî li rêveberiyên herêmî, nexweşxane û dibistanan rêxistinbûyî ye, li ser Partiya Karker a li mûxalefeta bingehîn jî bi bandor e. Di kongreyê de Yvette Cooper û Andy Bûrnham ên ku wê di Kongreya Partiya Karker a meha Îlonê de ji bo lîderiyê li ber xwe bidin, amade bûn.