Li Kanada cureyê dînozorekî nû
Di encama lêkolînan de derket holê ku berî niha bi 60-70 mîlyon sal, dînozorekî ecêb ê berstûyê wî dişibe tacekê, di difna wî de qiloçekî dirêj li ser çavên wî du qiloçên biçûk hene jiyaye.

Di lêkolînên li ser xakên eyaleta Alberta ya Kanada de, cureyî dînozorekî nû ku derket holê, encamên lêkolînê di kovara Current Biology de hatin weşandin.
Kiloxê dînozorê nû yê bi cureyê Triceratops re xizm e berî niha bi 10 salan ji aliyê Peter Hews ve hatibû keşfkirin. Hews hestiyên ji qûntarekî derketibûn ferq kiribû û paşê lêkolînvanan kontrol kiribû. Di encama lêkolînan de derketibû holê ku fosîl ê cinsê dînozorekî ji cureyê tê zanîn cuda yê bi qiloç e.
Lêkolînvanan navê Regaliceratops peterhewsi li vî dînazorî kirin, paleobiyolog Caleb Brown diyar kir ev qilox îspat dike ku dînazor li Alberta jiyane.
Brown, anî ziman ku dema qilox ji zinar hatiye derxistin û li laboratuvarê ji nû ve hatiye amade kirin derketiye holê ku cureyekî nû ye.
Yek ji detayên herî balkêş ê di dînozorê nû hatiye dîtin ev e ku xwedî qiloçên dirêj û kurt e.