Ji Rûsya û Misirê li Derya Spî yekem tetbîqeta bi hev re
Misir û Rûsya yên di dema dawî de ji nû ve têkiliyên xwe xurt kirin, li Derya Spî dest bi tetbîqeta hevpar kirin. Her du welat cara yekeê ye bi hev re tetbîqeta hevpar a deryayî pêk tînin.

Di daxuyaniya Wezarta Parastinê ya Rûsyayê de hat ragihandin ku yekemcar bi Misirê re tetbîqeta hevpar a deryayî hatiye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tetbîqet beriya 8 rojan li peravên Îskenderiyeyê destpê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên deryayî yên Rûsya û Misir bi keştiyên şer û balafiran beşdarî tetbîqetê bûne.
Wezareta Parastinê da xuyakirin ku bi saya tetbîqetê re tê xwestin hevkariya leşkerî ya hêzên deryayî yên Rûs û Misirê were xurtkirin.
Misir a ku di dema Şerê Sar de hevalbendekî girîng ê Yekîtiya Sowyetan bû, di deh salên dawî de xwe nêzî DYA kiribû. Têkiliyên di navbera Rûsya û Misirê de di salên dawî de bi pêş ketin. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di meha Sibatê de serdaneke fermî li Kahîreyê kiribû.