Li DYA’yê girtiyê herî zêde di girtîgehê de maye wê bê berdan

Yek ji girtiyên ku herî zêde di girtîgehê de maye yê DYA’yê Albert Woodfox, wê di demeke kurt de derkeve. Li Luoîsîna dadgerekî diyar kir ku tevî ku ti delîlek şênber tine jî ev 42 sal in Woodfox bi cînayetê tê sûcdarkirin û xwest bê berdan.

Di dozê de tê qebûlkirin ku mafê reşikan tê binpêkirin û biryara ku têkildarî girtiyê dozê de hatibû girtin, niha tê meraqkirin ku wê îtîraza biryarê bêkirin an na.

EV 42 SAL E BEYÎ DELÎL GIRTIYE

Albert Woodfox yê 68 salî, Robert kîng û Hermen Wallece di 1971’ê de ji ber sûcê şelandina çekan hatin girtin û xistin Girtîgeha Lusîana. Her sê reşik Woodfox, Kîng û Wallece ji mirina gardiyanekî ku di 1973’an de mir, jî berpirs tên dîtin. 

Tevî ku ti delîlek şênber tine jî, ji ber Black Panthers ava kirine, fikara komployê belav bûye. Di girtîgeha bi navê Angole de her sê girtî di rojeva welat de cih girtin.

Tevî hemû hewldanan her sê nehatin berdan. Robert Kîng di 2001’ê ji bo serbest bê berdan sûcên cînayetê qebûl kir. Girtiyê din Herman Wallace jî ji ber nexweşiya kanserê di 1’ê Cotmeha 2013’an de hat berdan. Niha ji bo Albert Woodfox jî bê berdan dadger biryar da, lê divê îtîrazî biryarê neyê kirin.