Li Derya Spî zêdeyî 2 hezar penaber hatin rizgarkirin

Saziya bi navê Migrant Offshore Aid Station (MOAS) a li Maltayê ji bo alîkariya penaberan dixebite, bi rêya Twîtterê ragihand ku duh tevahiya rojê zêdeyî 2 hezar penaber hatine rizgarkirin.

Saziya bi navê Migrant Offshore Aid Station (MOAS) a li Maltayê ji bo alîkariya penaberan dixebite, bi rêya Twîtterê ragihand ku duh tevahiya rojê zêdeyî 2 hezar penaber hatine rizgarkirin.

Hat ragihandin ku penaberên ji Lîbyayê berê xwe dan Îtalyayê, bi alîkariya keştiyên Îtalî, Îrlandî û Elman ve hatine rizgarkirin. MOAS'ê da xuyakirin ku tevî van kesan, gelek penaberên din li keştiyên cuda asê mane û destnîşan kir ku ev keştî kevne.

Di daxuyaniya yekîneyên ewlekariya peravî yên Îtalyayê de der barê penaberên hatin rizgarkirind e hejmarek nehat aşkerakirin, lê hat gotin ku bersiv ji banga hawarê re hatiye dayîn.

Televîzyona Sky News jî keştiya bi navê HMS Bulwark a ji hêza deryayî ya Brîtanyayê Royal Navy, ji bo rizgarkrina penaberên li peravên Lıbyayê ber bi başûr ve bi rê ketiye.

Di pênc salên îsal de hejmara penaberên xwe gihandin Îtalyayê 40 hezar derbas kir û bi qasî 1.800 kesî jiyana xwe ji dest dan. Lê belê ji ber cenazeyê gelek penaberan li Derya Spî winda bûne, hejmara rasteqîn nayê zanîn.