Li Yemenê di navbera Hûsiyan û hikûmetê de ku lêgerînên lihevkirinê didomin, di bombardûmana koalîsyona Siûdî Erebîstan serkêşiya wê dike, bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest da û dîrok jî tê tinekirin. UNESCO hilweşandina gelek xaniyên dîrokî yên li Sana şermezar kir.
Di daxuyaniya Rêxistina Perwerde Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de, êrîşa li hember navenda berê ya bajêr a paytexta Yemen Sana hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşa li hember bajêr a herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, xaniyên berî niha bi sed salan hatine çêkirin û di lîsteya mîrateya mirovatiyê de cih digirin hatine xerakirin.
Hat ragihandin ku ev xerakirin di encama bombardûmana koalîsyona Siûdî Erebîstan serkêşiya wê dike de pêk hatiye. Siûdî jî diyar kir ku teqîn di cebilxaneya Hûsiyan de rû daye.
Li Yemenê di şerê navxweyî yê mezhebî de li hember Hûsiyên Aden û paşê paytext Sana bi dest xistin ji meha Adarê ve di pêşengiya Siûdiyan de êrîşên hewayî pêk tên. Di şer de ji meha Adarê ve herî kêm 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest da. Di êrîşa hewayî ya roja Yekşemê ya li hember baregeheke leşkerî di nav wan de jin û zarok jî ku hene herî kêm 50 kesî jiyana xwe ji dest dan.