CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Erîvanê buhayê Elektrîkê hat şermezarkirin
Li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi hezaran welatî ji ber buhabûna nirxê elektrîkê herikîn kolanan û çalakiya şermezarkirinê pêk anîn. Polîsên ku mudaxaleyî çalakiyê kirin nêzî 240 kes binçav kirin. -
UNICEF : Xemsariya rayedaran zarokan dikuje.
UNICEF, da xuyakirin ku 68 mîlyon zarokên di temenê 5 sal û jêrtir bi sedemên ku dikare pêşî lê bê girtin di bin tehlûkeya mirinê de ne. -
Ji YE li dijî qaçaxçiyên mîsyona nû
Yekîtiya Ewropa (YE) ji bo pêşî li herikîna penaberan a li Derya Spî bigire, têkoşîna xwe ya li hemberî qaçaxçiyên mirovan xurt dike. -
Di êrîşa Afganîstanê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa Talîbanan a li ber Parlamentoya Afganîstanê de 2 kes mirin. -
Talîban girt ser parlamentoya Afgan
Talîban, dema namzetê Wezîrê Parastinê yê Afganîstanê Massoum Stanîkzaî dihat nasandin li hember parlamentoya Afganîstanê êrîş pêk anî. -
Ji endamên DAIŞ'ê yên li Mûsilê hatin kuştin 8 jê ji Elmanya ne
Di bombebarana li hemberî DAIŞ'ê de, ku bi çeteyên ji gelemperiya cîhanê kom kiriye re komkujiyên xwe dewam dike, bi dehan çete hatin kuştin. -
50 mîlyon koçberan 110 mîlyar dolar şandin welatên xwe
50 mîlyon koçberên li Yekîtiya Ewropa û Federasyona Rûsya dixebitin 110 mîlyar dolar pere şandine welatên xwe. -
Îran xwe weke yek ji mezintirîn qurbanên terorîzmê dibîne
Di 'Rapora Terorîzmê' ya DYA de Îran weke 'welatê destekê dide terorîzmê' hat pênasekirin. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Îranê Marziye Afkan nerazîbûn nîşanî vê pênaseyê da û sûcdarî red kir. -
Nûçegihanê El Cezîre li Berlînê hat bîranîn
Rojnamevanekî ji televîzyona El Cezîre ya Qatarê re dixebite, li balafirgeha paytexta Elmanya Berlînê hat binçavkirin. -
Lufthansa û xebatkar li hev nakin
Di muzakereyên navbera Şîrketa Rêyên Hewayî ya Elmanyayê Lufthansa û xebatkarên wê de, aliyan li hev nekirin. Çav li rê ye ku li şîrketê grevên nû xwe bidin der. -
Ji bo penaberên jiyana xwe ji dest dan li Elmanyayê merasîma bîranînê
Li Muzeya Dîrokî ya li paytexta Elmanya Berlînê, yekemcar bi wesîleya Roja Penaberan a Cîhanê, ji bo penaberên jiyana xwe ji dest dane merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. -
Şerê li Helebê dijwar bû
Li gelek taxên Helebê di navbera çekdarên muxalefetê û rejîma Baasê de pevçûnên dijwar rû dan. -
Naqosên li Elmanyayê ji bo 23 hezar penaberan lê dan
Li Elmanyayê bajarê Koln û derdora wê bi sedan naqosên dêran ji bo penaberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan lê dan. Dêran ji bo 23 hezar kesên ji sala 2000’î ve jiyana xwe ji dest dane 23 hezar carî lê dan. -
Yewnanîstan-Rûsya wê hevkariya aborî zêde bikin
Yewnanîstan a bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re di nav krîzê de ye ji bo bi Rûsyayê re têkiliyên aborî hê zêdetir pêş bixe gavên girîng avêt. -
DYA: Di êrîşên 2014’an de zêdetirî 32 hezar kes mirin
Li gor ‘Rapora Terorîzmê ya Cîhanê’ ya ji aliyê Wezareta Karên Derve ya DYA ve hat weşandin, di sala 2014’an de bi giştî 32 hezar û 700 kes di êrîşên li hember deverên leşkerî û sîvîl de jiyana xwe ji dest dane. -
Li Brezîlyayê cinayetên li hember xwecihiyan zêde bûne
Li gor agahiyên Konseya Mîsyoner a Xwecihiyan (CIMI) ku girêdayî Dêra Katolîk e, li Brezîlyayê cinayetên li hember xwecihiyan zêde bûne. li gor vê sala bihurî li Brezîlyayê 138 xwecihî rastî cinayetan hatine û 135 xwecihiyan xwe kuştine. -
Pûtîn: DAIŞ’ê evqas çek ji ku derê peyda kir?
Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn ê li St. Petersburg tevlî Forûma Aborî ya navneteweyî bû got: “DAIŞ di roja me de ji artêşa Iraqê zêdetir xwedî çek û derfetên leşkerî ye. DAIŞ’ê evqas çek ji ku derê peyda kir?” -
Otobusên bi temamî elektrîkê dixebitin tên ceribandin
Hat ragihandin ku wê otobusên temamî bi elektrîkê dixebitin li Parîsê bên ceribandin. -
YE li dijî koça qaçax di nava 15 salan de 13 mîlyar xerc kir
Hat ragihandin ku lêçûna hewldanên ji bo pêşîgirtina li koça qaçax, ku weke yek ji 'pirsgirêkên' girîng ên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) tê dîtin, 13 mîlyar Euro derbas kiriye. -
Aboriya Fransayê wê di sala 2015'an de mezin bibe
Li Fransayê, ku ji ber sekandîbûna aboriyê ya salên dawî hejmara bêkaran giştî 6 mîlyonî, hat ragihandin ku mezinbûna aboriyê destpê kiriye. -
Li Swêdê kesên beşdarî DAIŞ’ê bibin wê bên cezakirin
Pispor Lars Werkstrom ê ji aliyê hikûmeta hikûmeta Swêdê ji bo diyarkirina tedbîrên pêşîgirtina li kesên beşdarî DAIŞ'ê dibin hat wezîfedarkirin, pêşniyara xwe duh ji hikûmetê re ragihand. -
Dema pêkanînên YE yên li dijî Rûsyayê tê dirêjkirin
Hat ragihandin ku dema pêkanînên Yekîtiya Ewropa yên li hemberî Rûsyayê, ku ji ber krîza Ûkraynayê derketin holê, wê 7 mehên din jî werin dirêjkirin. -
Kiryarê komkujiya li DYA hat girtin
Li eyaleta South Carolîna ya DYA, kesê ku li dêra bi giranî welatiyên DYA'yî yên ji Afrîkayê diçûnê komkujî kir, hat girtin. -
Di hilbijartinên Danîmarkayê de bloka rastgir bi ser ket
Di hilbijartinên giştî yên li Danîmarkayê de bloka partiyên rastgir ên li mûxalefetê bi ser ket. -
Muzakereyên Yewnanîstan-YE ji destpêka hefteyê re man
Di muzakereyên ku dikare rê li ber encamên derketina Yewnanîstanê ji Herêma Euro veke de, duh jî ti encam nehat bidestxistin.