Di hilbijartinên Danîmarkayê de bloka rastgir bi ser ket
Di hilbijartinên giştî yên li Danîmarkayê de bloka partiyên rastgir ên li mûxalefetê bi ser ket.
Di hilbijartinên giştî yên li Danîmarkayê de bloka partiyên rastgir ên li mûxalefetê bi ser ket.
Di hilbijartinên giştî yên li Danîmarkayê de bloka partiyên rastgir ên li mûxalefetê bi ser ket.
Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên giştî yên li Danîmarkayê, Bloka Şîn a ji partiyên rastgir, ji 179 kursiyan 91-92 kursî qezenç kirin. Ji kursiyên din ên li Folketîng a Danîmarkayê, 83-84 kursî ketin destê Bloka Sor a koalîsyona çep a bi lîderiya Serokwezîr Helle Thornîng-Schmîdt.
Rêjeya dengên partiyan bi vî rengî ye: Navenda Çep Socialdemokraterne a Serokwezîr Thornîng-Schmîdt ji sedî 26, Dankst Folkeparti (Partiya Gel) a bi gotinên xwe yên dijminatiya li biyaniyan dike derdikeve pêş ji sedî 21 û Partiya Lîberal (Venstre) ya bi pêşengiya namzetê serokwezîr ê lboka rastgir Lars Lokke Rasmûssen, ji sedî 19,5 ê dengan stend.
Di hilbijartinan de partiya Rasmûssen Venstre rêjeya herî kêm a 25 salên dawî bi dest xist. Di nava Bloka Şîn de Partiya Gel a Danîmarkayê ya dijminê biyaniyan, xwe gihand asta rekorê ya rêjeya dengan.
Li gorî encamên hilbijartinê, Lars Lokke Rasmûssen ê di navbera salên 2009-2011'an de Serokwezaretî kir, wê ji nû ve bibe Serokwezîr. Serokwezîr Helle Thornîng-Schmîdt jî piştî aşkerabûna encamên hilbijartinê ragihand ku ew ji hemû wezîfeyên xwe îstifa dike.
Tê payîn ku Rasmûssen hikûmeteke nû ava bike. Lê bi taybetî ji ber sekna polîtîk a Partiya Gel a Danîmarkayê tê gotin ku wê bi wezîfeyeke qels a Serokwezaretiyê re rû bi rû bimîne.