UNICEF : Xemsariya rayedaran zarokan dikuje.
UNICEF, da xuyakirin ku 68 mîlyon zarokên di temenê 5 sal û jêrtir bi sedemên ku dikare pêşî lê bê girtin di bin tehlûkeya mirinê de ne.
UNICEF, da xuyakirin ku 68 mîlyon zarokên di temenê 5 sal û jêrtir bi sedemên ku dikare pêşî lê bê girtin di bin tehlûkeya mirinê de ne.
UNICEF, da xuyakirin ku 68 mîlyon zarokên di temenê 5 sal û jêrtir bi sedemên ku dikare pêşî lê bê girtin di bin tehlûkeya mirinê de ne.
Fona Alîkariya Zarokan a Netewên Yekbûyî (UNICEF)’ê da diyarkirin “Ji bo zarokan pêşdeçûn: “Raporekî bi sernavê “Ji asta kêmzêde wêdetir” amade kirin. Di raporê de tê destnîşan kirin ku bi milyonan zarok bi di nava jiyankirina xizantiyê de hatine mehkûm kirin û bi vê ve girêdayî jî wê ji beriya temenê pênc saliyê wê jiyana xwe ji dest bidin.
Her wiha di raporê de bal tê kişandina ser ku bi milyonan zarok nikarin biçin dibistanê û ji tîmarbûna kronîk bêparin.
HEYA SALA 2030’AN ÇI LI BENDA ZAROKAN E?
Di raporê de ev agahî hatin diyarkirin:
Heya sala 2030’an nêzî 68 mîlyon zarok ji ber sedemên dikare pêşî lê bêne girtin wê jiyana xwe ji dest bidin;
Heya sala 2030’an nêzî 119 mîlyon zarok ji ber kêmaniyên tîmarbûna kronîk wê bi nexweşiyan re rû bi rû bimînin;
Heya sala 2030’an nêzî nîv mîlyar mirov wê neçar bimînin ku di cihên vekirî de pêwîstiya xwe ya destavê pêk bînin û ev ji bo zarokan rê li ber nexweşiyên cidî vedike;
Zarokên keç ên li malbatên herî xizan ên li biniya Sehraya Efrîqa dijîn ji bo ku dibistana navîn temam bikin tê texmîn kirin ku pêwîstî bi sed salê din heye:
ALÎKARÎ NAYÊ KIRIN
Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku hê alîkarî ji bo 6 mîlyon zarokên hîn pênç saliya xwe temam nekirine ji ber sedemên dikare bên astengkirin dimirin, 289 mîlyon jinên di pêvajoya zarokanînê de jiyana xwe ji dest didin û 58 mîlyon zarokên hê nikarin biçin dibistana seretayî nayê danîn.