Dema pêkanînên YE yên li dijî Rûsyayê tê dirêjkirin

Hat ragihandin ku dema pêkanînên Yekîtiya Ewropa yên li hemberî Rûsyayê, ku ji ber krîza Ûkraynayê derketin holê, wê 7 mehên din jî werin dirêjkirin.

Hat ragihandin ku dema pêkanînên Yekîtiya Ewropa yên li hemberî Rûsyayê, ku ji ber krîza Ûkraynayê derketin holê, wê 7 mehên din jî werin dirêjkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Yekîtiya Ewropayê (YE) hatin wergirtin, biryar hat dayîn ku dema pêkanînên ji ber krîza li Ûkraynayê li hemberî Rûsyayê hatin rojevê, bên dirêjkirin. Li hev hat kirin ku dema pêkanîn heta 31'ê Çileya 2016'an werin dirêjkirin.

Di daxuyaniya nûnertiya Polonya ya li YE bi rêya Twitterê hat dayîn de hat gotin, "Wezîrên Karên Derve (YE) wê biryara dawî ya li ser pêkanînan roja Duşemê diyar bikin."

Beşeke mezin a pêkanînên YE li hemberî Rûsyayê, berhemên ji çavkavniyên enerjiyê ya têkirîn û firotina teknolojiyên enerjî û leşkerî ne. Pêkanîn her wiha li hemberî gelek karsazên ji Rûsyayê jî di meriyetê de ne.

Der barê pevçûnên li rojhilatê Ûkraynayê de wê roja Sêşemê li paytexta Fransa Parîsê, Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Fransa, Ûkrayna û Elmanya bicivin. Di civînê de wê nêrînên li ser bicihanîna agirbesta di meha Sibatê de li paytexta Belarûs Mînskê hatibû morkirin, bên parvekirin.