YE li dijî koça qaçax di nava 15 salan de 13 mîlyar xerc kir

Hat ragihandin ku lêçûna hewldanên ji bo pêşîgirtina li koça qaçax, ku weke yek ji 'pirsgirêkên' girîng ên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) tê dîtin, 13 mîlyar Euro derbas kiriye.

Hat ragihandin ku lêçûna hewldanên ji bo pêşîgirtina li koça qaçax, ku weke yek ji 'pirsgirêkên' girîng ên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) tê dîtin, 13 mîlyar Euro derbas kiriye.

Li gorî daneyên Mîgrants Fîles a ji rojnamevanên girîngirîn organên medya Ewropayê pêk tê, di anva 15 salan de li hemberî koçberiya qaçax 13 mîlyar Euro hatiye xerckirin. Ev lêçûn bi tenê ji bo tedbîrên li sînorên bejahî û deryayî hatine bikaranîn. Mesrefên li qada hewayî, di nava vê lêçûnê de cih nagirin.

Li gorî lêkolînê, ji van mesrefan a herî zêde li di dersînorkirinê de hatiye kirin. Welatên Yekîtiya Ewropayê, di nava 15 salan de, ji bo kar û barên dersînorkirina koçberan bi giştî 11.3 mîlyar Euro xerc kirine.

Hejmara koçberên hatine dersînorkirin, weke 3,3 mîlyon hat tespîtkirin. Girtîgehên li derveyî sînor û biletên balafirê di nav de, serê her kesekî ev lêçûn weke 4 hezar Euro hat hesabkirin.

Ji bo parastina sînorên bejahî û deryayî 955 mîlyon Euro hatin xerckirin. Ji bo materyalên di parastina sînor de werin bikaranîn û lêkolînên high-tech, 226 mîlyon Euro hat xerckirin.

Li welatên Yekîtiya Ewropayê di nava 15 salan de ji bo telên sînor 77 mîlyon Euro, ji bo avakirina girtîgehên li derveyî sînor û lêçûnên din 46 mîlyon Euro hatin xerckirin. Her wiha ji bo welatên Derya Spî ku li ser rêya koçberan e, alîkaiya ji 75 mîlyon Euroyî hat dayîn.

Par bi giştî 626 hezar koçberan serlêdana penaberiyê li welatên Yekîtiya Ewropayê kiribûn. Tê payîn ku ev hejmar heta dawiya sala 2015'an gelekî zêde bibe.