Li gor agahiyên Konseya Mîsyoner a Xwecihiyan (CIMI) ku girêdayî Dêra Katolîk e, li Brezîlyayê cinayetên li hember xwecihiyan zêde bûne. li gor vê sala bihurî li Brezîlyayê 138 xwecihî rastî cinayetan hatine û 135 xwecihiyan xwe kuştine.
Li gor daneyên CIMI, cinayetên li hember gelên xwecihî pêk hatine di sala 2014’an de li gor sala 2013’an ji sedî 42 zêde bûye, di xwekuştinan de jî hejmara herî zêde ya 29 salên dawî ye.
Di raporê de hat diyarkirin ku têkildarî cinayet û xwekuştinan darazeke misoger pêk nehatiye. Di raporê de hat destnîşankirin ku li hember gelên xwecihî nîjadperestî tê kirin û ji ber girêdana wan a bi jiyana xwezayî re ji aliyê girseyên bajaran ve tên redkirin.
Li Brezîlyaya xwedî 202 mîlyon nifûs e tê texmînkirin di nav zêdetirî 300 qebîle û klanan de nêzî 900 hezar kesên xwecihî hene. Li Brezîlyayê erdên xwecihiyên ku piraniya wan li daristanên Amazon dijîn ji sedî 12 e. Lê ji ber qirkirina daristanan û avahiyan ev erd her diçe kêm dibe.