Yewnanîstan-Rûsya wê hevkariya aborî zêde bikin
Yewnanîstan a bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re di nav krîzê de ye ji bo bi Rûsyayê re têkiliyên aborî hê zêdetir pêş bixe gavên girîng avêt.

Aleksîs Tsîpras ku bi gelek wezîran re Rûsya ziyaret kir, têkildarî krediyê ti lihevkirin çênebû, lê biryar hat girtin ku têkiliyên aborî bên pêşxistin. Biryar hat girtin ku heta meha Mijdarê têkildarî têkiliyên aborî planeke berfireh bê temamkirin.
Rûsya û Yewnanîstan der barê projeya gaza xwezayî ya Rûsya ji bo neqlî Tirkiyeyê bê kirin duh li hev kiribûn. Bi vê re tê plankirin ku xeta boruyan heta Yewnanîstanê bê dirêjkirin.
Dema ev xet heta Yewnanîstanê bê dirêjkirin, wê Yewnanîstan heqê transîta gaza ji welatên Ewropayê re bê firotin bigire.
Ligel vê hat ragihandin ku di navbera Rûsya û Yewnanîstanê de têkildarî krediyan ti muzakere nehatine kirin.