Naqosên li Elmanyayê ji bo 23 hezar penaberan lê dan

Li Elmanyayê bajarê Koln û derdora wê bi sedan naqosên dêran ji bo penaberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan lê dan. Dêran ji bo 23 hezar kesên ji sala 2000’î ve jiyana xwe ji dest dane 23 hezar carî lê dan.

Dêrên girêdayî Daîreya Pîskoposiya Kolnê duh penaberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Di serî de li Dêra Dom a Kolnê li tevayî dêrên katolîk ji bo bîranînê 23 hezar caran lê dan. Hat ragihandin ku bajarên wek Koln, Wuppertal, Dusseldorf û Bonn jî di nav de 230 dêr tevlî bîranînê bûne.

Di bîranîna li ber Dêra Dom Kardînal Raîner Marîa Woelkî got: “Ji bo kesên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane êdî pir dereng e. Lê ji bo penaberên ber bi Ewropayê ve ketine rê hê ne dereng e.”

Di 15 salên dawî de li Derya Spî 2 hezar penaberan ku jiyana xwe ji dest dan, tenê ji destpêka îsal heta niha nêzî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.