Muzakereyên Yewnanîstan-YE ji destpêka hefteyê re man

Di muzakereyên ku dikare rê li ber encamên derketina Yewnanîstanê ji Herêma Euro veke de, duh jî ti encam nehat bidestxistin.

Di muzakereyên ku dikare rê li ber encamên derketina Yewnanîstanê ji Herêma Euro veke de, duh jî ti encam nehat bidestxistin.

Di civîna wezîrên maliyeyê yên Herêma Euro ya bi navê Eurogroupe de, li hev hat kirin ku biryara dawî ya li ser Yewnanîstanê, roja Duşemê were dayîn. Biryara li ser deynên Yewnanîstanê wê di civîna bilind a destpêka hefteyê ya bi beşdariya serokên dewlet û hikûmetên Yekîtiya Ewropayê bê dayîn.

Yewnanîstan divê heta 30'ê Hezîranê 1,5 mîlyar Euro bide Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF). Seroka IMF Chrîstîne Lagarde di daxuyaniya xwe ya beriya civîna bilind de diyar kiribû ku ji bo Yewnanîstanê îstîsna wê neyê kirin.

Ji bo taloqkirina dayîna krediyên di sala 2012'an de di çarçoveya 'Plana Rizgarkirinê' de ji Yewnanîstanê re hatibû dayîn, YE, IMF û Banka Navendî ya Ewropayê ji hikûmeta çep a Syrîza dixwaze tawîzan bide. Syrîza jî naxwaze ji sozên xwe yên daye gelê Yewnan, vegere.

Welatên din ên Yekîtiya Ewropayê zextê dikin ku eger Yewnanîstan şertan bicih nîne, ev dewlet dikare îflas bike.