Otobusên bi temamî elektrîkê dixebitin tên ceribandin

Hat ragihandin ku wê otobusên temamî bi elektrîkê dixebitin li Parîsê bên ceribandin.

Hat ragihandin ku wê otobusên bi temamî elektrîkê dixebitin li Parîsê bên ceribandin.

Di daxuyaniya ji aliyê sendîkaya bi navê STIF ya ji veguhastina Parîs û derdora wê berpirsyar hat diyarkirin ku wê otobus di xeta 341 de bên bikaranîn. Ev xet di navbera Charles de Gaulle-Etoile û Porte de Clignancourt de ye.

Li gor agahiyên STIF, wê 20 otobusên bi elektrîkê dixebitin di veguhastina komî de bên bikaranîn. Hat diyarkirin ku wê niha otobusek bê bikaranîn.

Li Parîsê ku wê otobusên bi temamî bi elektrîkê dixebitin bên bikaranîn, meha bihurî li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî otobusên bi heman rengî dest bi xebatê kiribûn.

Paytexta Fransa Parîs yek ji bajarên ku ji ber trafîka zêde hewaya qirêj lê pir e. Li Parîsê di rojên diyar ên salê de ku bikaranîna wesayîtan qedexe ye, car caran destûr tê dayîn plakayên bi yek an jî du reqaman bi dawî dibin bên bikaranîn.