Di 'Rapora Terorîzmê' ya DYA de Îran weke 'welatê destekê dide terorîzmê' hat pênasekirin. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Îranê Marziye Afkan nerazîbûn nîşanî vê pênaseyê da û sûcdarî red kir.
Daxuyanî di ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê Îrna de hat weşandin û hat gotin, "Îran tevî ku bi dehan salane yek ji qurbaniyên herî mezin ê terorîzmê ye, têkoşîna navneteweyî ya li dijî terorîzmê weke karekî xwe yê sereke dibîne." Berdevka Wezareta Karên Derve îdîa kir ku sûcdariyên DYA 'bê qîmet' in.
Di 'Rapora Terorîzma Cîhanê 2014' a DYA de ku roja Înê hat weşandin, Îran weke 'destekdarê komên terorîst' hatibû sûcdarkirin. Di raporê de bal hat kişandibû ser xebatên Mûxafizên Şoreşê yên Îranê ku yekîneyên herî radîkal ên ewlekariya vî welatî ne.
Di raporê de her wiha hatibû destnîşankirin ku Îran destekê dide rejîma Sûriyeyê û desteka Îranê ya ji bo Hîzbûllah a Lubnanê, Hamas û Cîhada Îslamî ya Fîlîstînê û komên Şîa yên li Iraq û Sûriyeyê hatibû şermezarkirin.